Çeteyan li Serêkaniyê 16 kes revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Serêkaniyê 16 kes revandin.

Çeteyan li Serêkaniyê 16 kes revandin
17 ÇILE, 2025   14:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih ji Serêkaniyê dane, çeteyên "Polîsên Leşkerî", "Silêman Şah" û çeteyên "El Melek Şah" yên dewleta Tirk a dagirker, şevê din li bajarê Serêkaniyê bi ser malan de girt û 16 kes revandin.

Çavkaniyan diyar kir ku ji hin kesên hatine revandin, çeteyên "Ceyş El Wetenî" ne ku dixwazin vegerin herêmên xwe.

Çavkaniyan da zanîn ku çeteyan kesên revandî birine cihekî nediyar.

(bb)

ANHA