HRW: Li Îranê binçavkirin û girtin dewam dikin

Endamê Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Navneteweyî (Human Rights Watch) bi raporekê behsa zextên rejîma Îran yên li ser xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir û got; “Desthilatdarên Îranê bi dehan kes binçavkirine û gef li wan dixwin.

HRW: Li Îranê binçavkirin û girtin dewam dikin
10 îlon, 2024   14:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Navneteweyî (Human Rights Watch) Nahîd Neqşibendî derbarê zextên rejîma Îran yên li ser çalakvanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, raporek belav kir.

Di raporê de hate gotin ku binçavkirina welatiyan dewam dike û bi dehan kes niha jî hatine binçavkirin. Her wiha kesên  ku tên binçavkirin gefa darvekirin û girtinê li wan hatine xwarin û binpêkirinên mafê mirovan ya li Îranê û bêdengkirina çalakvanan dewam dike. Em bang li desthilata Dadwerî ya Îranê dikin ku kesên hatine binçavkirin berdin û bi edaletane werin dadgehkirin.”

Hêjayî gotinê ye di rojên dawî de bi rasthatina salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ rejîma Îranê dest bi qonaxek nû ya girtin û binçavkirinê kiriye. Bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê rojane hêzên Îranê bi ser malan de digirin û welatiyan direvînin.