Şêniyan sersaxî da malbata şehîd Mihemed Omer

Şêniyên Hesekê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji malbata şehîd Mihemed Omer re sersaxî xwest û teqezî bi hevgirtina li hember komployên li dijî gelên herêmê kir.

Şêniyan sersaxî da malbata şehîd Mihemed Omer
Şêniyan sersaxî da malbata şehîd Mihemed Omer
Şêniyan sersaxî da malbata şehîd Mihemed Omer
Şêniyan sersaxî da malbata şehîd Mihemed Omer
10 îlon, 2024   14:30
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê, endamên saziyên bajêr û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji malbata şehîd Mihemed Xeyrî Omer re sersaxî xwest. Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Xeyrî 8`ê Îlonê şehîd bûbû. 

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El Berîş di merasîma sersaxiyê de ku li gundê El Abid ê başûrê Hesekê hatiye lidarxistin, axivî û got: "Em ji malbata şehîd re sersaxiyê dixwazin û di kesayeta şehîd Mihemed de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin."

El Berîş wiha domand: "Şehadet ji bo her malbatekê serfirazî ye. Em dev ji rêya şehîdan bernadin ku gelek fedakarî kirin."

Endamê Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Hesekê Idrîs Oso axivî û ji malbata şehîd re sebr hêvî kir û got: "Ev peyama me ji her dijminekî re ye ku parêzvanên vê herêmê hene û berdêl çi dibe bila bibe dê wê biparêzin.”

Oso bang li gelê herêmê kir ku di vê pêvajoya hesas de baldar û hevgirtî bin û soz da ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn gel û destkeftiyên şehîdan biparêzin.

(şx)

ANHA