HRE′yê nasnameya şehîdekê aşkare kir

HRE: Hevrêya me Berfîn Efrîn ji bo ku tola gel, hevrê û welatê xwe bi taybetî ji bo ku bibe dengê qêrîna zarokên Efrîna dagirkirî di eniyên cengê de li kêleka rêhevalên xwe şer kir û di 19’ê Mijdara 2023’an de tevlê karwanên nemiran bû.

HRE′yê nasnameya şehîdekê aşkare kir
21 mijdar, 2023   18:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE)  der barê şehadeta Berfîn Efrîn de daxuyaniyek nivisîkî da.

Daxuyanî wiha ye:

′′Hevrêya me Berfîn Efrîn di çarçovaya Qonaxa Dûyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de beşdarî nava Tîmên Şehîd Avesta yên Hêzên Rizgariya Efrînê dibe. Ji bo ku tola gel, hevrê û welatê xwe bi taybetî jî ji bo ku bibe dengê qêrîna zarokên Efrîna dagirkirî di eniyên cengê de li kêleka rêhevalên xwe şer kir û di 19’ê Mijdara 2023’an de tevlê karwanên nemiran bû.

Hevrêya me Berfîn Efrîn li bajarê Efrînê di nava malbateke welatperwer de çavên xwe li jiyanê vedike. Li bajarê Efrînê di nava malbateke xwediyê çanda kevnar de mezinbûyîn, di lêgerînên hevrê Berfîn de roleke diyarker dileyze. Ev kevneşopî di sekna hevrê Berfîn de hetanî dawî jî zindîbûna xwe parast. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re gelek keç û xortên dil wêrek ji bo ku ax û welatê xwe biparêzin, bê rawestan herikîn nava refên şoreşê. Bi vê biryardariyê hevrêya me Berfîn di sala 2014’an de tevlê nava refên şoreşê dibe. 

Rêhevala me Berfîn ji roja tevlê bû, heta kêliya şahadeta xwe jî bi hêrsa tolhildana ax û welatê xwe  di eniyên herî pêş yên  meydana cengê de têkoşiya. Di her kêliya jiyana xwe de bi rêhevaltiya xwe ya bê emsal re di dilê her hevaleke  xwe de cih girt. Bi taybetî him di warê birdozî û leşkerî him jî di xeta jina azad de xwe kur kir, di her kêliyên jiyana xwe de bû xwedî sekneke çalak. Zanebûn û jîrbûyîn ji bona hevrê Berfîn bû parçeyek ji jiyana wê ya tekoşîna azadiyê. Şoreşê di hindirê xwe de gelek şoreşgerên mezin afirandin, şoreşgeran jî di hindirê şoreşê de gelek şoreş afirandin. Şoreşgertiya demê di şexsê dildarên mîna Berfîn de bi hemû zelaliya xwe ve pênaseya doza azadiya gelan dike.

Dewleta Tirk a dagirker a ku tû caran hebûnê şoreşa jin hezim nekir, bi hemû rûreşiya xwe ve di sala 2018’an de berê tang, top û teyareyên xwe dan Efrîna rengîn. Rastiya gelê şoreşger ji bo her bihûstek axa welat zarokên xwe feda dike. Hevrêya me Berfîn Efrîn jî li ser bingehê rastiyeke wiha di çarçovaya Qonaxa Dûyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de li hemberî dewleta Tirk a dagirker bê rawestan têkoşîn kir. Rêhevala me Berfîn di nava Yekineyên Şehîd Avesta de weke jineke ciwan ji rêhevalên xwe re bi dilsoziyeke mezin bû çavkaniya vîn, hêz û baweriyê. Rêhevala me Berfîn di hemû çalakiyên ku hatine lidarxistin de bi awayekî herî çalak ji me re bû pêşeng, bû fermandar. Ji bo ku tola gel, hevrê û welatê xwe bi taybetî ji bo ku bibe dengê qêrîna zarokên Efrîna dagirkirî di eniyên cengê de li kêleka rêhevalên xwe şer kir û di 19’ê Mijdara 2023’an de tevlê karwanên nemiran bû.

Di serî de em ji malbata  hêja ya hevrê ye xwe Berfîn û tevahiya gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em weke rêhevalên hevrê Berfîn soz didin ku em ê bê rawestan têkoşîna xwe bidomînin da ku çavnebar tû caran li ser vê xakê bi rihetî nejîn. Wê hêvî, bawerî, vîn û herikîna bê rawestan di şexsê şoreşgerên vî welatî de serkeftinê mîsoger bike.

Nasnameya pakrewana me wiha ye:

Nasnav: Berfîn Efrîn

Cih û Dîroka Şahadetê: Herêma Efrîn / 19’ê Mijdara 2023.′′

(bb)