Li Tebqayê pêşbaziya motorsiklêtan a jinên ciwan

Li Tebqayê pêşbaziya motorsiklêtan hate lidarxistin û di pêşbaziyê de 10 jinên ciwan beşdar bûn.

Li Tebqayê pêşbaziya motorsiklêtan a jinên ciwan
Li Tebqayê pêşbaziya motorsiklêtan a jinên ciwan
Li Tebqayê pêşbaziya motorsiklêtan a jinên ciwan
Li Tebqayê pêşbaziya motorsiklêtan a jinên ciwan
Li Tebqayê pêşbaziya motorsiklêtan a jinên ciwan
Li Tebqayê pêşbaziya motorsiklêtan a jinên ciwan
Li Tebqayê pêşbaziya motorsiklêtan a jinên ciwan
21 mijdar, 2023   18:08
TEBQA

Nivîsgeha Lîstikên Jinan a Meclisa Werzîşê li Tebqayê pêşbaziya motorsiklêtan a taybet bi jinên ciwan li dar xist, da ku rola xwe di civakê de bi pêş bixin.

Di pêşbaziyê de bi dehan nûnerên jin ên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, nivîsgeh û komîteyên girêdayî wê, Partiya Sûriya Pêşerojê, tevgerinên jin û ciwanan beşdar bûn.

Di pêşbaziyê de 10 jinên Yekitiya Jinên Ciwan beşdar bûn. Pêşbazî ji Çerxerêya Meyselon a li taxa Sanî dest pê kir û ber bi Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ve bi dawî bû.

Di pêşbaziyê de Colî Rewneq a ji dibistana Şehîd Hevîn Xelek asta yekemîn, Colî Derwêş a ji dibistana Şehîd Hevrîn Xelef asta duyemîn û Şeyma El Ubêd a ji dibistana Muhedese asta sêyemîn wergirt. Beşdarên serkeftî bi medeliyan hatin xelatkirin.

(fr)

ANHA