HRANA: Rejîma Îranê 846 kes destgîr kirin

Hêzên dewleta Îranê di nava çend rojên dawî de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 846 kes destgîr kirin.

HRANA: Rejîma Îranê 846 kes destgîr kirin
31 adar, 2026   19:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA'yê çend rojên borî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 846 welatî bê fermana dadger ji aliyê hêzên wezareta Îtialatê ve hatine destgîrkirin.

Hate ragihandin ku hinceta binçavkirinê jî van kesan wêne ji bo medyayên biyanî şandine, dîsa dîmen li ser torên civakî parvekirine.

Li aliyê din medyayên fermî yên Îranê ragihandine ku di nava mehe borî de bi hezaran kes hatine biçavkirin.