Bi dronan baregeha Tirkiyeyê li Bamernê hat bombebarankirin

Hate ragihandin ku baregeha leşkerî ya artêşa Tirk a li sînorê Bamernê bi dronan hatiye hedefgirtin.

Bi dronan baregeha Tirkiyeyê li Bamernê hat bombebarankirin
31 adar, 2026   19:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnewsê diyar kir ku bi dronan êrişî baregeha leşkerî ya li sînorê navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê yê Başûr hatiye kirin.

Hate ragihandin ku herdu dron ketiye nava baregehê yek li nava hewşa wê yek jî li saloneke ya baregehê ketiye û teqîne.

Çavkaniyê ragihand ku drona yekem saet 09:20’ê û ya din jî piştî wê 5 deqeyan li pey hev hatiye arastekirin.

Heta niha li ser encamên êrişê ti agahî nehatiye bidestxistin.