Li Hesekê mekanîzmeya avakirina aştî û edaleta pêvajoya veguhêz hat nîqaşkirin

Li Hesekê bi beşdariya nêzî 120 kesayetên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê konferansek mafên mirovan ji bo nîqaşkirina rêbazên avakirina aştiyê û edaleta pêvajoya veguhêz hat lidarxistin.

Li Hesekê mekanîzmeya avakirina aştî û edaleta pêvajoya veguhêz hat nîqaşkirin
Li Hesekê mekanîzmeya avakirina aştî û edaleta pêvajoya veguhêz hat nîqaşkirin
Li Hesekê mekanîzmeya avakirina aştî û edaleta pêvajoya veguhêz hat nîqaşkirin
Li Hesekê mekanîzmeya avakirina aştî û edaleta pêvajoya veguhêz hat nîqaşkirin
Li Hesekê mekanîzmeya avakirina aştî û edaleta pêvajoya veguhêz hat nîqaşkirin
Li Hesekê mekanîzmeya avakirina aştî û edaleta pêvajoya veguhêz hat nîqaşkirin
Li Hesekê mekanîzmeya avakirina aştî û edaleta pêvajoya veguhêz hat nîqaşkirin
Li Hesekê mekanîzmeya avakirina aştî û edaleta pêvajoya veguhêz hat nîqaşkirin
Li Hesekê mekanîzmeya avakirina aştî û edaleta pêvajoya veguhêz hat nîqaşkirin
31 adar, 2026   19:00
HESEKÊ

Rêxistina Hevkariya Mirovî û Geşepêdanê bi hevkariya Wezareta Karên Derve ya Federal a Swîsreyê, konferansa dawîn a bi navê "Ber bi Rûbirûbûna bi Raboriyê re - Ber bi Mekanîzmayek Sûriyeyî ji bo Avakirina Aştiyê" li Xwaringeha Şeto ya bajarê Hesekê li dar dixe.

120 kesayetên rewşenbîr, civakî, eşîrî û oldar, kesayetên têkildarî mafên mirovan ji bajarên Cizîrê, ji Idlib, Hema, Reqa û Kobanê tev li konferansê bûn.

Armanc ji konferansê ew e ku têgihîştinê pêş bixe, baweriyê ava bike û alîkariya arastekirina hewldanan ber bi vîzyonek hevpar ve bike da ku bingehek ji bo avakirina zemîneke danûsatndinê bi borî re di çarçoveya Sûriyeyê de ava bike. Di konferansê de pêşniyarên ji konferansên berê yên bi rayedarên herêmî û rêveberan re der barê têgihiştin û vîzyona wan a ji bo pêkanîna çawaniya danûstandina bi borî re hatin nîqaşkirin.

Li kêleka wê jî, nerînek hevbeş hate pêşkêşkirin ku alîkariya pisporan di sazkirina belgeya "prensîbên bingehîn ji bo mekanîzmayek Sûrîyeyî ya avakirina aştiyê li ser bingeha rûbirûbûna bi borî re" de were kirin.

Der barê konferansê de, pisporê bernameya danûstandina bi borî de Bilind Mele axivî û diyar kir ku ev konferans piştî 7 konferansên ku li herêmên cuda yên Sûriyeyê ji bo nîqaşkirina mekanîzmayek ji bo aştiyê li Sûriyeyê hatine lidarxistin, hate organîzekirin.

Mele da zanîn ku konferansê ev belgeya siyasî nîqaş kirin û ew berhema xebateke hevbeş e ku tê de 645 kesên ji tevahî herêmên Sûriyeyê beşdar bûye, ye û wê di dawiyê de mekanîzmeyek ji bo avakirina aştiyê li Sûriyeyê û avakirina mekanîzmayên hevgirtî yên edaleta pêvajoya veguhêz were lêkolînkirin. Xebatên konferansê li vir sînordar nabin, berevajî wê bibe destpêka alîkariya vê belgeya siyasî û parvekirina wê bi rêveberên xwecihî û navneteweyî re.

(ac/fr)

ANHA