HRANA: Di 24 saetên borî de 13 sîvîl bûne qurbanî

Li gor amarên Rêxistina Mafên Mirov HRANA’yê, di 24 saetên borî de di encama êrişên Îsraîl û Amerîkayê de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 13 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Her wiha li 28 parêzgehan navendên rejîmê hatine hedefgirtin.

HRANA: Di 24 saetên borî de 13 sîvîl bûne qurbanî
7 adar, 2026   15:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirov HRANA’yê amarên êrişên 24 saetên dawî yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê parve kir.

Li gor amaran, di 24 saetên borî de ji aliyê Îsraîl û Amerîka ve li 28 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, herî kêm 664 êriş pêkhatine. 38 navendên leşkerî, baregehên supayê pasdaran, navendên hêza besîc, balafirgehên leşkerî û navendên polîsan hatine hedefgirtin.

Li gor heman agahiyan di êrişên 24 saetên borî de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, yek ji wan jin bû 9 sivîl jî birîndar bûne.

Her wiha hat diyarkirin ku ew ji bo piştrastkirina 84 bûyerên kuştin û birîndarbûnê lêkolîn dikin.