Qurbaniyên komkujiyên peravê hatin bibîranîn

Li herêmên perava Sûriyeyê qurbaniyên komkujiyên Adarê hatin bibîranîn.

Qurbaniyên komkujiyên peravê hatin bibîranîn
7 adar, 2026   15:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên perava Sûriyeyê di salvegera yekemîn de qurbaniyên komkujiyê ji aliyê malbatên wan ve hatin bibîranîn.

Malbatan gorên qurbaniyan ziyaret kirin, gul danîn ser gorên zarokên xwe û mûm pêxistin.

Duh êvarî li bajarê Banyasê û deverên din serdana gorên qurbaniyên komkujiyan hate kirin û mûm hatin pêxistin.

Di navbera 6-10'ê Adara 2025'an de li herêmên peravê bûyerên bixwîn û komkujiyan rû dan. Hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê û çeteyên ku destekê ji dewleta Tirk da dagirker digirin, îdia kir û şerê wê li hemberî "bermahiyên rejîma berê ye".

Li gorî SOHR'ê şerê li taxa Qisûr a Banyasê zêdetirî 400 sivîl hatine kuştin, hin ji wan li malên xwe dema di xew de bûn hatin qetilkirin. Li taxa Sinober a Cebla ya Laziqiyê nêzî 317 sivîl hatin kuştin, li deverên din ên perav û navîn jî bi sedan kes hatin kuştin.

Rêxistina Şopandina Sûcên Dermirovî di rapora ku 29'ê Gulana 2025'an de weşandibû de diyar kiribû ku di 3 rojan tenê de 62 komkujiyên li ser esasê mezhebî li peravê hatine kirin, di encamê de jin û zarok jî di nav de hezar û 676 sivîl hatin kuştin.

(bb)