Komeleya Sivîl ya Merîwanê bang li welatiyan kir

Komeleya Sivîl ya Merîwanê ragihand ku qeyran û guhertinek mezin tê pêşbînî kirin, divê her welatiyek bi hêviya pêşerojek baştir, xwe ji bo vê rewşê amade bike.

Komeleya Sivîl ya Merîwanê bang li welatiyan kir
7 adar, 2026   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeleya Sivîl ya Merîwan ya Rojhilatê Kurdistanê, derbarê êrişên hewayî yên Amerîka û Îsraîlê, yên li ser Rojhilatê Kurdistan û Îranê peyam hişyariyê belav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber bûyerên li Îran û herêmên Rojhilatê Kurdistanê ku bi awayek lez û aloz çêdibin, qeyran û guhertinên mezin di rêdene, lewma divê hemû welatî bi hêviya pêşerojek baştir, xwe ji bo derbazkirina vê rewşê amade bikin.

Di dewama peyamê de ev tişt hatin gotin; “Divê dema hesas de, divê hestên wefadarî û alîkariyê di astek bilind debe. Divê her kes parastina can, malê xwe bike û parastina milkê welatiyan jî weke erkê xwe bizane. Divê îdare û navendên xizmetguzariyan nehêlin ti cihek vale bimîne.

Em bang li xwediyên dukan û bazarê dikin ku xwe ji bihakirina nirxê kel û pelan dûr bixin û bi rolê xwe yê mirovî rabin. Em bang li hemû xelkê Kurdistan û bi taybet bang li xelkê bajarê Merîwan, Hewraman û Sewlawa dikin, aramî û malbatên xwe biparêzin. Bi hêviya pêşerojek baştir guhertinan bişopînin. Hewiha em bang li mamostayên olî û mamostayên dibistanan dikin, bi rola xwe ya netewî rabin û ji bo parastina aramiya welatiyan û herêmê bibin alîkar.

Em bang li hemû welatiyan dikin, divê rewşê de xwe ji hemû pirsgirêkên kesî û malbatî durbixin, xwe ji hemû valehiyên ewlekarî û yasayî biparêzin û girêdayî pîvanên exlaqî bin.”