HPG’ê nasnameya 4 şehîdan aşkera kir

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 gerîlayên ku 11’ê Tebaxa 2018’an li Avaşînê şehîd bûne, aşkera kir û got: “Em soza xwe dubare dikin ku em ê bibin layiqê têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd.”

HPG’ê nasnameya 4 şehîdan aşkera kir
23 sibat 2024   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê gerîlayên şehîd bûne, ev agahî parve kirin:

"Di êrişên ku piştî çalakiyên bi bandor ên di 11'ê Tebaxa 2018'an de li herêma Avaşîn li dijî artêşa Tirk hat pêkanîn de, fermandarê me yê hêja hevrê Egîd Zaza û hevrêyên bi wî re Agir, Serhed û Xeyrî gihîştin şehadetê.

Hevrêyê me Egîd Zaza ku di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de bi tempoyeke bênavber têkoşiya, bi sekna xwe ya zelal a di xeta Rêbertî de, bi îradeya xwe ya xurt û girêdana wî ya bi azadiyê re, cihê xwe di dîroka me ya berxwedanê de girt. Hevrêyê me yê ku li gelek qadan li çiyayên Kurdistanê heta zindanên dijmin têkoşiya, li hemû qadên ku lê bû, bû parêzvanê xeta berxwedanê ya Apoyî. Hevrêyê me Egîd ku her kêliya xwe bi xebat, hilberîn û avakirina nirxên nû derbas kir, ji bo ku layiqî Rêber Apo be kedek mezin daye û bi van taybetmendiyan bûye milîtanek ku hevrêyên wî ew mînak bigirin. Hevrêyê me Egîd ku bi kesayeta xwe ya çalak hemû astengiyên dijmin derbas kir û ji zindanên dijmin reviya û xwe gihand çiyayên Kurdistanê, bû fermandarekî pêşeng û li ser şopa Kemal Pîr bi ruhê fedayî yê Apoyî têkoşiya. Hevrê Egîd ku di jiyana xwe ya şoreşgerî de serketineke mezin bi dest xist, weke yek ji lehengên nayên jibîrkirin ên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê navê xwe li dîrokê nivîsand.

Hevrêyên me Agir, Serhed û Xeyrî jî ji kêliya ku tevlî nava refên têkoşînê bûn heta gihîştin şehadetê, bi tevlîbûna xwe ya bêhesab û bêdudilî bûn ciwanên Kurd ên bi rûmet ku felsefeya Apoyî naskirin û kirin bingeha jiyana xwe. Hevrêyên me Agir, Serhed û Xeyrî ku weke ewladên leheng ên gelê me ku ji nava pergala qirkirinê xwe rizgarkirine û xwe fedayê têkoşîna azadiyê kirine û di her kêliya jiyana xwe de bi şêwaza xwe ya şer û jiyanê li gorî vê armancê tevgeriyan û tevlî karwanê şehîdên nemir bûne.

Em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz, bi taybetî ji malbatên hêja yên hevrêyên me Egîd, Agir, Serhed û Xeyrî re dixwazin û careke din soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşînên ku hevrêyên me yên şehîd dewrî me kirine bi hişmendî û berpirsyariya layiqî wan bi serketinê tacîdar bikin.

Agahiyên der barê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

 

Nasnav: Egîd Zaza

Nav û Paşnav: Osman Kiliç

Cihê jidayikbûnê: Çewlîk

Navê Dayik-Bav: Saîme-Abdullah

Cih û Dîroka Şehadetê:11’ê Tebaxa 2018’an/Avaşîn

 

 Nasnav: Agir Umut Jîrkî

Nav û Paşnav: Îslam Ozdemîr

Cihê jidayikbûnê: Burdur

Navê Dayik-Bav: Surme-Hadî

Cih û Dîroka Şehadetê: 11’ê Tebaxa 2018’an/Avaşîn

 

Nasnav: Serhed Partîzan

Nav û Paşnav: Abdurrahman Yaşa

Cihê jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik-Bav: Zalîha-Mehmet

Cih û Dîroka Şehadetê: 11’ê Tebaxa 2018’an/Avaşîn

 

Nasnav: Xeyrî Azad

Nav û Paşnav: Dogan Yuzguleç

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik-Bav: Makbûle-Hasan

Cih û Dîroka Şehadetê: 11’ê Tebaxa 2018’an/Avaşîn"