Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan nû kirin

Malbata Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdanên nû kirin.

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan nû kirin
23 sibat, 2024   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN 

35 meh in ti agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin. Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birarê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî serlêdana hevdîtinê kirin.

Bi temamî têkîliya Rêber Abdullah Ocalan a bi derve re hatiye qutkirin. Ti bersiv ji serlêdanên hevdîtinê re nayên dayîn. Di hin rewşan de piştî bi mehan ji parêzeran re dibêjin ku cezayê disîplînê hene.

Li gorî rapora dawî ya ku Buroya Hiqûqê ya Sedsalê 17’ê Çileyê weşandî;

-Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha roja îro, tenê di navbera Gulan-Tebaxa 2019’an de 5 hevdîtinên parêzeran hatin kirin; ji van 5 hevîdîtinan a dawî jî 7’ê Tebaxa 2019’an hate kirin.

-Ji sala 2014’an ve tenê 5 hevdîtinên malbatî pêk hatin.

-Herî dawî hevdîtina ku rû bi rû hatî kirin, 3’ê Adara 2020’an hevdîtina bi birayê re xwe re bû.

-Ji roja destpêkê heta niha tenê 2 caran (27’ê Nîsana 2020 û 25’ê Adara 2021’an) hevdîtina bi telefonê pêk hatiye.

-25’ê Adara 2021’an hevdîtina bi telefonê di wexteke pir kurt de di nîvî de hate qutkirin û ji wê rojê û şûnde agahî jê nayê girtin.