Xwepêşandanên li Siweydayê rojeva nûçeyên erebî ne

Rojnameyên erebî vê sibê cih dan xwepêşandanên li Siweyda, şerê Îsraîl û Hemasê û rewşa li Sûdanê.

Xwepêşandanên li Siweydayê rojeva nûçeyên erebî ne
23 sibat 2024   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb a Londonê der barê rewşa li bajarê Siweyda yê başûrê Sûriyeyê de nûçeyek bi sernavê "Ji bo şopandina saziyên hikumetê komîte ji gel hatin avakirin" weşand, rojnameyê diyar kir ku piştî ku pêkhateyên sivîl nehiştin xwepêşandan ji rêya xwe ya rast derkeve, dest bi avakirina komîteyên ji gel hate kirin ji bo ku çavdêriya kar û xebatên sazî û rêveberiyên hikumtê bê kirin.

Rojnameya ku agahiyên xwe spartin çalakvanan, ragihand ku xwepêşandêr derbasî saziya giştî ya avê bûn, li ser karmendan şert ferz kirin ji bo ku kar bikin. Ev jî bi nêrîna rojnameyê, guhertineke balkêş e di xwepêşandanan de.

JI BO RÊVEBERIYA XEZAYÊ ÎSRAÎL LI KESÊN GUNCEW DIGERE

Girêdayî şerê di navbera Îsraîl û tevgera Hemasê de rojnameya Şerq El Ewsat ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên siyasî li Til Evîv, ragihand ku nûnerên fermandariya artêşê û hikumeta Îsraîlê vê dawiyê bi gelek kesayetên filistînî re li Xezayê civiyan û derfeta avakirina rêveberiyên xwecih li şûna Hemasê û dîtina "kesayetên guncew" ji bo vê mijarê gotubêj kirin ji bo ku kar û barên sivîl bi giştî û belavkirina alîkariyên mirovî bi rêve bibin.

Rojnameyê diyar kir ku hemwextî wê gelek plan, însiyatîf û hevdîtin ji bo agirbestê li dar dikevin, di heman demê de Îsraîl jî li planeke dijber digere ku "navendên mirovî" ava bibin û filistîniyên ne ji Hemasê wê bi rêve dibin.

WHO: SÛDANÎ JI BER KÊMBÛNA XEBATAN Û DERMANAN DIMIRIN

Rojnameya El Beyan balkişand ser rewşa Sûdanê û got WHO`yê hişyarî da ku di encama xebatên tenduristî yên kêm de wê "karesateke mirovî" rû bide nemaze ku li welêt aloziyeke koçberiyê ya "xetere" heye. Li gorî rojnameyê WHO`yê gotiye sûdanî ji ber ku nikarin xebatên tenduristî û derman bi dest bixin dimirin.

Rojnameyê da zanîn ku meclisa serdestiyê ya Sûdanê ragihandiye ew amade ye tevahî însiyatîfên navneteweyî qebûl bike ku şerê li welêt radiwestînin.

(şx)