HPG`ê nasnameya 3 şehîdan aşkera kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku 8’ê Nîsanê li Metînayê 3 gerîla şehîd bûn. Di daxuyaniyê de soz hate dayîn ku têkoşîna azadiyê bi serkeftinê tacîdar bibe. 

HPG`ê nasnameya 3 şehîdan aşkera kir
4 hezîran, 2024   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) der barê gerîlayên şehîd de, ev agahî dan:

“Di 8'ê Nîsana 2024'an de li herêma Metînayê di êrîşa dijmin de hevrêyên me Zîlan Amed, Şahan Amed û Serhed Çarçella şehîd bûn.

Li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku ji bo tinekirina destketiyên gelê me û tevgera me, ji bo qirkirina Kurdan pêk tîne, berxwedaneke destanî tê meşandin. Ya ku mohra xwe li vê berxwedana destanî xist jî bêguman pêşengiya YJA Starê ye. Jinên Kurd ku bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo xwe ji xweliyên xwe afirandine, bi rengekî fedaî bi hesta azadiyê ya jinûve tahm kiriye û rêbaza jiyana azad ve hatiye girêdan. Lewma li dijî êrîşên qirker di her kêliyê de bêteredût berxwedan mezin kir. Jin a leheng a Amedê fermandara YJA Starê ya hêja hevrêya me Zîlan Amed jî tevlî vê kevneşopiya berxwedanê ya li çiyayên Kurdistanê bû. Ji Zapê heta Heftanînê, ji Qendîlê heta Rojava û Metînayê li gelek herêmên welatê me li dijî êrîşên li ser gelê me xwe kir sîper, bû yek ji mînakên herî şênber ên jinên ku bi şerkirinê bedew dibin. Hevrêya me Zîlan ku milîtaneke Apoyî bû û xwe ji bo azadiya gelê me û jinan feda kir, di kesayetiya xwe de pîrozmendiya kedê, heybetiya berxwedanê û dilsoziya bi nirxên azadiyê temsîl kir.

Hevrêyên me Şahan û Serhed jî weke ewladên bi rûmet ên gelê me bi ked û daxwazeke mezin tevlî nava şerê azadiyê bûn, her kêliya şerê azadiyê bi têkoşîna ji bo bersivdayina li daxwaza azadiyê ya gelê me derbas kirin. Hevrêyên me Şahan û Serhed ku ruhê ciwanên Apoyî di kesayetiya xwe temsîl kirin di serî de herêma Metînayê li her devera ku lê man berxwedan mezin kirin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Zîlan, Şahan û Serhed ku ewladên leheng ên gelê me bûn, em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna me ya azadiyê bi ser bixînin ku emanetê hevrêyên me ne.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

 Nasnav: Zîlan Amed

Nav paşnav: Bêrîvan Zengîn

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Ferîde-Latîf

Dem û cihê şehadetê: 8'ê Nîsana 2024 / Metîna

 Nasnav: Şahan Amed

Nav paşnav: Nûrûllah Tûnç

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Ayfel-Velî

Dem û cihê şehadetê: 8'ê Nîsana 2024 / Metîna

 Nasnav: Serhed Çarçella

Nav paşnav: Esed Raîd

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Dayik-Bav: Yasmîn-Raîd

Dem û cihê şehadetê: 8'ê Nîsana 2024 / Metîna"