Li Helebê şêwirmendekî îranî hate kuştin

Hate ragihandin ku di êrişa Îsraîlê ya duh a li dijî bajarokê Heyan ê Helebê de, şêwirmendekî Pasdarên Îranê hatiye kuştin.

Li Helebê şêwirmendekî îranî hate kuştin
4 hezîran, 2024   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Îranê ÎSNA’yê ragihand ku di bombebarana Îsraîlê ya duh a li dijî rojavayê Helebê de şêwirmendekî Pasdarên Îranê hatiye kuştin. Li gorî ajansê navê efserê hatiye kuştin Saîd Aybar e lê erka wî aşkera nekir. 

Çapemeniya Pasdarên Îranê jî ragihand ku Aybar li gel gelek kesên din di bombebarana Îsraîlê ya li dijî rojavayê Helebê de hatiye kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandibû ku di êrişa Îsraîlê ya li dijî kargehekê li bakurê Sûriyeyê de, 16 endamên komên alîgirên Îranê hatine kuştin.

Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê jî gotibû "Dijminê îsraîlî yekşemê piştî nîvê şeve, êrişî hin nuqteyên li dora Helebê kiriye."

(şx)