Rojnameyên erebî: Tirsa xelkê Idlibê ya ji ber normalîzekirinê zêdetir dibe

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de bal kişand ser hewldanên asayîkirina têkiliyên Enqere-Şamê û bandorên wê li ser "muxlefetê", şerê li Xeza û başûrê Lubnanê, her wiha geşedanên li Sûdanê.

Rojnameyên erebî: Tirsa xelkê Idlibê ya ji ber normalîzekirinê zêdetir dibe
22 tîrmeh 2024   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî hewldanên asayîkirina têkiliyên Enqere û Şamê nivîskarê sûriyeyî Ehmed Mezher Sado gotarek bi sernavê “Siberoja Idlibê piştî normalîzekirina bi Esed re” ji rojnameya El Erebî El Cedîd re nivîsî.

Di gotarê de tê gotin: “Tirsa sûriyeyiyên li Idlibê ji ber metirsiya ji normalîzekirinê her ku diçe zêdetir dibe. Sedema vê yekê jî ew e ku tu hêvî û bawerî bi rejîma Esed nemaye. Ne mimkun e ku sûriyeyên li Idlibê xwe bispêrin serweriya rejîma Sûriyeyê ya deshilatdar ku kiryarên çewisandinê yên xeternak û mezin pêk tîne. Heke lihevkirin di navbera rejîma Sûriye û Tirkiyeyê de çêbin jî dibe rejîm van kiryaran dewam bike. Ev rejîm hîna derewan dike û di soz û tevahî lihevkirinên xwe de ne rastgo ye. Çarenûsa jiyana xelkê Idlibê dikeve metirsiyê. Bê guman tu hêviyek ji rejîma Sûriyeyê re nemaye ku bikeve nav proseyeke siyasî ya nû ku xwe dispêre biryarên Neteweyên Yekbûyî yên pêwendîdar.”

Nivîskar Emed Sado diyar dike ku pirsgirêk ew e ku "muxalefeta Sûriyeyê" bi hemû rengên xwe nikare dilê sûriyeyan rihet bike, tenê daxuyaniyên nezelal dan, her wiha nikare “pirsên çarenûsî” bibersivîne. Her wiha balê dikişîne ser vê yekê ku Enqere nikare li hemberî siyasetên metirsîdar ên nîjadperestiya li hemberî penaberên Sûriyeyê bigire, “lewra bi zextên normalîzekirinê rû bi rû maye.”

Nivîskar di dawiyê de dibêje ji bilî hevgirtin û yekitî û fêmkirina berjewendiyên sûriyeyiyan tu vebijêrk li pêşiya sûriyeyan nîn in.

‘MÊTINGEHÊN NÛ DI ÇEMBERÊN AGIR DE’

Têkildarî rewşa Lubnanê jî rojnameya El Exbar a Lubnanê nûçeyek bi sernavê "Mêtingehên nû di çemberên agir de: Dijmin li pêşberî pirsgirêka astengkirin û bersivdayînê ye" weşand.

Di nûçeyê de hate gotin: “Li gel guhertin û veguhertinên siyasî û meydanî. Li gel ku Hizbullah mêtingehên nû derbasî çarçoveya agirekî vekirî kiriye, eniya Lubnanê derbasî qonaxeke nû ya rûbirûbûnê bûye.”

Her wiha hate diyarkirin ku “Li gel rûdanên li Lubnan û Xezayê fermandarên dijmin biryar da navenda giraniya siyasî û meydanî veguherînin aliyê sînorê Lubnanê, da ku eniyan ji hev veqetînin û wekî planekê di siberojê de bêyî ku zextan li eniyên din bikin, bi tenê Xezayê kontrol bike. Her wiha da ku Hizbullahê ji paş çemê Lîtanî derxin.”

ŞERÊ SÛDANÊ: 3 RÊGEH

Nivîskar û çalakvanê siyasî Dr. Şefîî Xidir Seîd têkildarî rojeva Sûdanê gotarek ji rojnameya El Quds El Erebî re nîvisand. Di gotara bi sernavê "Şerê Sûdanê: 3 rêgeh" de hate gotin: "Di rêgeha yekemîn anku rêya Cinêvê de, şandeya NY’yê ya bi serokatiya nûnerê taybet Remedan Lemamîre û şandeya fermandarên Hêzên Piştevaniya Lezgîn re li hev kiriye ku alîkariyên mirovî bigihînin mexdûrên şer û parastina sivîlan bi hêz bikin. Rêgeha duyemîn; di navbera koma El Burhan û şêx Mihemed Bin Zayîd de peywendiyeke telefonî çêbû. Ji destpêka şerê li Sûdanê ev peywendî ya yekemîn ku di navbera her du aliyan de çêdibe. Her wiha ev peywendî hemwextî tawanên Sûdanê yên li Îmaratê ku destekê didine Hêzên Piştevaniya Lezgîn pêk hatin. Ev tawan gihaşt asta ku giliyê Îmaratê li NY’yê were kirin.

Rêgeha sêyemîn; sînyalên lidarxistina diyalogan bi hêzên sivîl û yên siyasî yên sûdanî re ye. Mebest ji vê yekê kongreyên Qahîre û Edîs Ebabayê ne. Neyînî û kêmasiyên amadekariyên kongreya Edîs Ebabayê hebûn, ji ber ku hêzên sivîl û yên siyasî yên bibandor kongre boykot kiribû. Her wiha hêzan encamnameya Kongreya Qahîreyê red kir."

(bb)