Gerîlayan li Zapê 4 çalakiyên hewayî li dar xistin
Yekîneya Şehîd Dogan Zinar li Zapê 4 caran ji hewayî li baragehên leşkerên Tirk ên dagirker xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di derbarê çalakiyên gerîla yên ku di 14 û 16’ê Tîrmehê de baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî hatin hedefgirtin ev agahî dan.
“Di navbera dîroka 14 – 16’ê Tîrmehê de baregehên artêşa Tirk a dagirker ên li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi amûrên hewayî hatin hedefgirtin. Baregehên dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Sergelê 4 caran ji hewa ve hatin lêdan. Di van çalakiyan de hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûn nehate zelalkirin, lê ziyaneke mezin gihişte çeper û baregehên dagirkeran.”