HPG’ê gerîlayên şehîd Mûnzûr, Erdal û Çiyager bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê gerîlayên bi navê Mûnzûr Serhed, Erdal Reşo û Çiyager Dîcle yên ku Tîrmeha 2024’an li herêma Zapê şehîd bûn, bi bîr anî.

HPG’ê gerîlayên şehîd Mûnzûr, Erdal û Çiyager bi bîr anî
16 nîsan, 2025   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Milîtanên Apoyî yên hêja û hevrêyên me Mûnzûr Serhed, Erdal Reşo û Çiyager Dîcle 22’yê Tîrmeha 2024’an li dijî êrîşa dijmin a li ser herêma Zapê heta nefesa xwe ya dawî bi fedayiyane li ber xwe dan û şehîd bûn.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin: “Hevrêyên me li ser xeta fedayîtiyê heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe dan û di nava şert û mercên herî zehmet de gerîlatî kirin. Bi berxwedana xwe têza têkneçûnê ya milîtaniya Apoyî îspatî cîhanê hemûyê kirin. Tevî ku dewleta Tirk a dagirker teqemendiyên qedexekirî û gazên kîmyewî bi kar anîn, têk çû. Gerîla hem di tîmên bi tevger ên araziyê û hem jî di tunelên şer de performans nîşan da. Di van karan hemûyan de ev hevrêyên me xwedî kedeke mezin bûn. Hevrêyên me Mûnzûr, Erdal û Çiyager ji ti wezîfeyê xwe nedan paş û hemû hewldanên dijmin pûç kirin. Bi pisporiya xwe ya di şer û taktîkên demê de û bi hevrêtiyên xwe yên xurt, navên xwe li dîroka têkoşîna me nivîsandin. Hevrêyên me parêzvanên xurt ên jiyana PKK’ê bûn, nirxên azadiyê di bin her şert û mercê de parastin û ji me şopdarên xwe re mîrateyeke têkoşînê ya mezin hiştin.

Em jî weke hevrêyên wan diyar dikin ku em ê her tim têkoşîna hevrêyên xwe Mûnzûr, Erdal û Çiyager ji xwe re bikin rêber û soz didin ku bîranîna wan li Kurdistana azad bidin jiyîn. Bi van hestan di serî de malbatên wan ên hêja, em ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”

Agahiyên derbarê nasnameyên gerîlayên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Mûnzûr Serhed

Nav û Paşnav: Îbrahîm Çîgdem

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik – Bav: Remziye – Maşallah

Cih û Dîroka Şehadetê: 22’yê Tîrmeha 2024’an / Zap

Nasnav: Erdal Reşo

Nav û Paşnav: Serhat Akçin

Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê Dayik – Bav: Vecîhe – Omer

Cih û Dîroka Şehadetê: 22’yê Tîrmeha 2024’an / Zap

Nasnav: Çiyager Dîcle

Nav û Paşnav: Îbrahîm Miho

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

Navê Dayik – Bav: Sultan – Cemal

Cih û Dîroka Şehadetê: 22’yê Tîrmeha 2024’an / Zap