Rojevên rojnameyên erebî 

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih dane metirsiyên êrişeke muhtemel a Rûsya li ser Ewropayê, têkiliyên Tirkiye-Îsraîl, her wiha nakokiyên DYA û Çînê.

Rojevên rojnameyên erebî 
16 nîsan, 2025   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Nehar  têkildarî metirsiyên Ewropa ku şerekî topyekun bi Rûsyayê re çêbibe nûçeyek bi sernavê "Fikarên ewropî der barê şerekî topyekun li dijî Rûsyayê de…senaryoyên muhtemel û derfetên stratejîk ên bersivdayînê" weşand.

Rojnameyê diyar kir ku fikarên Ewropayê der barê îhtimala êrişên Rûsyayê li dijî welatên NATO’yê zêde dibin. Rojnameyê der barê senaryoyên êrişên muhtemel ên Rûsya yên li ser NATO’yê de cih daye nirxandinên pisporên leşkerî û wiha hate gotin "Nirxandinên pisporên leşkerî destnîşan dikin ku senaryoyên muhtemel; êrîşên hîbrid bin, dagirkirina sînorkirî axa NATO’yê, armanckirina binesaziya krîtîk, her wiha êrişên sîber û êrişên di ala sextet de bin."

Rojnameyê bi domdarî destnîşan kir ku " Di nirxandineke hevbeş a Dezgeha Îstixbarata Derve ya Almanyayê û Hêzên Çekdar ên Almanyayê de, pisporan piştrast kirin ku metirsiya êrişa Rûsyayê ya li ser xaka NATO’yê ji her demê zêdetir e. Ev yek jî tirsa ji aloziyeke nû ku dikare aramiya ewlehiyê li herêmê têk bibe, zêde dike."

Li gorî rojnameyê, "Divê Ewropa di her warê de hêza xwe ya parastinê pêş bixe, hejmara hêzên NATO’yê zêde bike, pergala parastina sîberanî pêş bixe da ku karibe li hemberî êrişên muhtemel ên Rûsyayê  rabe."

’TÊKILIYÊN TIRKIYE-ÎSRAÎL... DI BIN SPONSERIYA AMERÎKAYÊ DE’

Rojnameya El Ereb di rojevên xwe yên îro de li ser têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê nivîsî. Rojnameyê ku bal kişand ser tevgerên DYA’yê yên bi armanca aramkirina aloziya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de diyar kir ku, bi taybetî der barê Sûriyeyê de pirsên li ser siberoja têkiliyên her du aliyan de vekirî dimînin. Her wiha hate destnîşankirin ku Îsraîl dibîne ku guhertina bandoriya Îranê bi ya Tirkiye nayê qebûlkirin.

Rojnameyê aşkera kir ku fikar hene ku her pevçûneke di navbera Tirkiye û Îsraîlê de dê rasterast bandorê li Lubnan û tevahiya herêmê bike.

`ŞERÊ CÎHANÊ NEXŞEYAN DIGUHERÎNE’

Der barê şerê DYA û Çînê de, rojnameya El Xelîc wiha nivîsî "Şerê Amerîka-Çîn gûrtir dibe. Şerê ku şêwazê bazirganiyê yên mezin esas girtiye, dibe ku nexşeya aboriya cîhanê bide guhertin."

Li gorî rojnameyê  " Çîn êdî xwe wek hêzeke serekî ya hevrik dide nasîn û ji bo bihêzkirina hevbendiyên xwe yên herêmî kar dike. Gera vê dawiyê ya Serokê Çînê Xi Jinping a li başûrê rojhilatê Asyaya  beşek ji stratejiya bi mebesta ji nû ve hevsengkirina bandora cîhanî û bidestxistina destkeftan e. Ev tevgerên Çînê di demekê de tê kirin ku baweriya bi hevalbendê amerîkî de li hin deveran kêm bûye."

(bb)