15’ê Tebaxê li Şamê hat pîrozkirin
Salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê li Şamê hat pîrozkirin.
Şêniyên taxa Zorava ya paytexa Sûriyeyê Şamê salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir.
Di pîrozbahiyê de endamê PYD’ê Hesen Mihemed anî ziman ku Pêngava 15’ê Tebaxê, di serî de Kurd, pêngava rizgarkirina gelên bindest e û got: "Bi saya Pêngava 15’ê Tebaxê hebûn, nasname û çanda me hene."
Hesen Mihemed diyar kir ku dê heta avakirina civakeke azad li ser xeta fermandar Egîd û Rêber Abdullah Ocalan bimeşin.
Piştî axaftinan çalakiyên hunerî hatin lidarxistin. Beşdaran li ber stranên şoreşgerî govend gerand.
(bb)
ANHA