TAJÊ encamnameya Konferansa Jinên Iraqê ji serokwezîrê Iraqê re şand

TAJÊ encamnameya Konferansa 3’emîn ya Jinên Iraqê ku bi armanca naskirina komkujiya Şengalê hatibû li dar xistin ji serokwezîrê Iraqê Mohammed Shi'a Al Sudanî re şand.

TAJÊ encamnameya Konferansa Jinên Iraqê ji serokwezîrê Iraqê re şand
16 tebax 2024   15:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 25’ê Tirmehê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û jinên Iraqê 3’emîn konferansa di bin dirûşmeya “Bi têkoşîna hevgirtî li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê” li dar xistibûn. TAJÊ duh encamname û pêşniyarên konferansê ji Serokvezîrê Iraqê Mohammed Shi'a Al Sudanî re şand.

Di encamnameya Konferansa Jinên Iraqê de bang li hikûmetê hatibû kirin ku biryarnameya 3’ê Tebaxa 2014’an bi fermî weke qirkirinek li dijî civaka Êzidî were nas kirin û bang li welat û rêxistinên navneteweyî yên ku bi fermî jenosîd nas kirine, hat kirin ku ji bo darizandina DAIŞ û hevkarên wê yên ji sûcên qirkirinê berpirsyar in, bikevin nava tevgerê.

Di encamnameya ku ji Sudanî re hat şandin bang li hikûmeta Iraqê hat kirin ku ji bo aqûbeta nêzî 7 hezar Êzidî ku 3 hezar û 504 jin, 869 mêr û gelek zarok ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine revandin û bi hezaran jin û zarokên Êzidî ne diyar in, bikevin nava tevgerê.

 Her wiha hat xwestin ku qada hewayî ya Şengalê were girtin û êrîşên dewleta Tirk ku ji sala 2017’an vir ve 100 caran bi balafirên şer û balafirên bê mirov Şengal topbaran kiriye û komkujî pêk aniye were rawestandin. Her wîha ji hat xwestin ku li gor destûra bingehîn a Iraqê Rêveberiya Xweser a Şengalê bi fermî were naskirin.

Di heman demê de di encamnameyê de pêşniyara guhertina Zagona Rewşa Kesane ya Iraqê hat redkirin û hat diyarkirin ku ev guhertin dibe ku Iraq bibe dewletek e mezhebî û olî.