Li Yemenê êrişa xwekuj: 12 kes hatin kuştin
Li dijî hêzên ewlehiyê yên girêdayî hikumeta Yemenê êrişeke xwekuj hat kirin. Di encamê de 12 kes hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.
Li gorî medyaya Yemenê, li parêzgeha Ebîn a başûrê Yemenê bi erebeyeke bombebarkirî êrişeke xwekuj hat kirin.
Hate diyarkirin ku di êrişa li nêzî baregeha hêzên "Çembera Ewlehiyê" yên girêdayî hikumeta Yemenê de, 12 leşker hatine kuştin û 7 jî birîndar bûne.
(bb)