Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir

Balafirên şer ên Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir.

Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir
16 tebax 2024   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa National News a Lubnanê (NNA) ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê bajarokên Keferkela, Îtron, Ramiya, Beyt Lîf, Qozex ên başûrê Lubnanê bombebaran kirin.

Têkildarî encamên bombebaranê agahî nehatin dayîn.

(bb)