Îsraîlê fermana valakirina hin herêmên Xezayê da

Artêşa Îsraîlê fermana valakirina “herêmên ewle" yên Xezayê da.

Îsraîlê fermana valakirina hin herêmên Xezayê da
16 tebax, 2024   15:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ferman da ku herêmên başûr û navîn ên li Xezayê ku berê wek “herêmên mirovî yên ewle" hatibûn diyarkirin, bêne valakirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, armanc ji vê fermanê “zirarên li ser sivîlan sivik bibin û ji herêma şer bên dûrxistin”.

Artêşê her wiha ragihand ku êrişî herêma Xan Yûnisê kiriye û diyar kir ku duh ji herêmê moşek ber bi devera Kissufîmê ve hatibûn avêtin.

(bb)