Li Sûdanê bi kêmanî 300 kes mirin
Li Sûdanê ji ber şewba kolerayê zêdetirî 300 kesî jiyana xwe ji dest da.
Berpirsa Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Margaret Harris ragihand ku li Sûdanê ji ber belavbûna kolerayê 316 kes mirine.
Margaret Harris diyar kir ku li gorî agahiyên ku bi dest xistine, 11 hezar û 327 kes jî bi kolerayê ketine û got: "Dibe hejmara pêketiyên kolerayê ji vê zêdetir be."
WHO’yê demek berê ji ber belavbûna nexweşiyan li Sûdanê hişyarî dabû.
(bb)