Hevgirtina Al El Beyt dijî dagirkeriyê bang kir

Hevgirtina Al El Beyt destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li ser civakan xetere ye. Her wiha bang li gelê Iraqê, Başûrê Kurdistanê, rûspî û oldarên wan kir ku li hember dewleta Tirk bisekinin û hate gotin "Li hember dewleta Tirk a dagirker divê em li kêleka gelê Kurd erkên xwe yên olî û nîştimanî bînin cih."

Hevgirtina Al El Beyt dijî dagirkeriyê bang kir
15 tebax 2024   08:36
QAMIŞLO
KELSÛME ELÎ

Serokê Hevgirtina Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sînan Seydûş îşaret bi hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo vegerandina Dewleta Osmanî û tunekirina mafên civakan kir. 

Sînan Seydûş wiha axivî: "Meclisa Şûra ya Hevgirtina Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 31`ê Tîrmehê daxuyaniyek weşandibû û bang li hikumeta Iraqê û hikumeta Şamê kiribû ku li hember dewlata Tirk hevkar bin. Hêzên tarî, kesayetên kîndar herî dawî DAIŞ`ê ku xwe bi navê îslamê da naskirin, zirarên meizn li ola Îslamê kirin. Berovajî wê, tu têkiliya DAIŞ`ê bi islamê nîne. Wê bi hevkariya dewleta Tirk ji bo ku berjewendiyên xwe bi dest bixin, gelek deverên Sûriyeyê dagir kirin."

Seydûş destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hiceta belavkirina îslamê û vegerandina mafên gelê Sûriyeyê, bi hiceta gelê Kurd ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser wê xetereye, gelek herêmên Sûriyeyê dagir kirin. Di heman demê de Seydûş îşaret pê kir ku ji aliyê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ti fişek an jî gule li dijî Tirkiyeyê nehatiye avêtin.

Der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê herêmê û koçberkirina sûriyeyiyan de Seydûş got: "Sûcên dewleta Tirk a dagirker li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ber çav in. Gelo behsa kijan îslamê dike?"

Seydûş îşaret bi hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên j ibo vegerandina xewna dewleta Osmanî kir û wiha domand: "Piştî dagirkirina gelek herêmên Sûriyeyê û wêrankirina wê, dewleta Tirk niha êriş Iraqê û Başûrê Kurdistanê dike. Armanc jî tunekirina gelê Kurd e û vejandina dewleta Osmanî ye."

Seydûş êrişên dewleta Tirk ên li dijî Iraq û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û got: "Dewleta Tirk dê biçe Mûsil û Kerkûkê ji bo ku xeyal û armancên xwe bi dest bixe."

TIRKIYE LI SER CIVAKÊ XETERE YE

Seydûş ev li gotinên xwe zêde kir: "Divê em bînin bîra her kesî ku dewleta Tirk û armancên wê li ser civakê û mafên mirovan xeretere ye û niha dûra Başûrê Kurdistanê û dewleta Iraqê ye."

Seydûş wiha pê de çû: "Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştgiriya dewleta Tirk dike. Lê em ji wan re dibêjn, çawa dewleta Tirk Sûriye wêran kir, dê Iraqê jî xira bike."

Seydûş bal kişand ser hewldanên derxistina tevliheviyê û fitneyê di navbera gelê Kurd û Ereb de û got: "Wê ev hewldan bibin kevin. Ji ber ku bingeha têkiliyên di navbera her du gelan de, biratiya gelan e."

Seydûş bang li gelê Iraqê û Başûrê Kurdistanê kir ku bangewaziya wan bibersivînin û li hember dewleta Tirk a dagirker bisekinin û got: "Dewleta Tirk dixwaze bi navê ola îslamê planên xwe yên taybet bîne cih, cihên pîroz ên li Rojhilata Navîn binpê dike. Jilewra em bang li gelê Iraqê û Başûrê Kurdistanê û tevahî êlan dikin ku bangewaziya me bibersivînin, êrişan li her derê şermezar bikin."

Seydûş di dawiyê de bang li oldaran, êlên Başûrê Kurdistanê kir ku li hember gelê Kurd ê rûbirûyî êrişên dewleta Tirk e, erkên xwe bînin cih û êrişan rawestînin. Seydûş got: "Li hember dewleta Tirk a dagirker divê em erkên xwe yên olî û nîştimanî bînin cih."

(şx)

ANHA