Rûspiyên Minbicê piştgiriya ji QSD`ê re dubare kir

Rûspiyên êlên kantona Minbicê diyar kir ku QSD mîsogeriya aştiya navxweyî ye.

Rûspiyên Minbicê piştgiriya ji QSD`ê re dubare kir
15 tebax, 2024   10:29
MINBIC
MIHEMED EL ŞÊX

Di vê hefteyê de helwesta êl û pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûbû rojeva dezgehên çapemeniyê yên xwecih û herêmî. Rûspiyan êrişên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û li hember hewldanên li dijî herêmê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk got ew bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re ne.

Rûspiyê qebîleya Benî Seîd a kantona Minbicê Fehid Şilaş got: "Rûspî û pêkhateyên kantona Minbicê bi QSD`ê re ne, ji ber ku fitneyê û wêraniyê qebûl nakin."

Şilaş diyar kir ku êrişker di bin navê cuda de, dixwazin fitneyê derxin û wiha domand: "Gelê me hişyar e û dê wan hewldanan careke din têk bibe. Em bi hêzên xwe re ne û dê ewlehiya herêmên xwe biparêzin."

Rûspiyê êla El Bûbena şêx Hisên Farûq El Maşî îşaret bi xetereya propagandaya dewleta Tirk û hêzên hikumeta Şamê kir û diyar kir ku rastî berovajî wê propagandayê ye, wan ewlehiya herêmê, jiyana hevbeş û navxweyî kir hedef.

El Maşî ev li gotinên xwe zêde kir: "Helwesta me diyar e. Em bi QSD`ê re ne, ji ber ku nûnera gelên herêmê ye, DAIŞ tune kir û dê van êrişan jî têk bibe."

Rûspiyê êla Benî Asîd şêx Mihemed Sadiq Asîdî jî got: "Li şûna ku hêzên hikumeta Şamê sûriyeyiyan dikuje, diviyabû dagirkeriya Tirk ji Sûriyeyê derxista. Diviyabû berê xwe bida Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî. Ew dagirkirî ne, ne Dêrazor."

Asîdî wiha pê de çû: "Êş û hêviyên sûriyeyiyan yek e. Em di heman keştiyê de ne ku zarokên me yên di nav QSD`ê û Rêveberiya Xweser pêşengiya wî dikin ta ku aramî pêk were."

(şx)

ANHA