Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozkirina 15ˊê Tebaxê

Vê êvarê li gelek bajar û bajarokên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Pêngava 15ˊê Tebaxê çalakî tên lidarxistin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozkirina 15ˊê Tebaxê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozkirina 15ˊê Tebaxê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozkirina 15ˊê Tebaxê
15 tebax, 2024   20:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro salvegera 40ˊemîn a Pêngava 15’ê Tebaxê ya ku PKKˊê bi pêşengiya fermandar, şehîd Egîd (Mahsûm Korkmaz) di 1984ˊan de têkoşîna çekdarî li dijî dewleta Tirk a dagirker îlan kiriye.

Bi vê boneyê çalakiyên girse li qadan tên lidarxistin. Li qadan pankartên silavkirina Pêngava 15ˊê Tebaxê ˊ15ˊê Tebaxê vejîna nû ya ber bi demokratîkbûna Rojhilata Navîn eˊ û ˊSalvegera Pêngava 15ˊê Tebaxê pîroz beˊ û wêneyên şehîd Egîd hatin daliqandin.

Li kêlek dewama bernameya çalakiyan dê axaftin werin kirin, stran, helbest û gerandina dîlan werin pêşkêşkirin.

(fr)