Kombûna Jinan a Zenûbiya tev li kampanyaya `Na ji darvekirinê re` bû

Kombûna Jinan a Zenûbiya li Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê piştgiriya kampanyaya "Na ji darvekirinê" re ragihand.

Kombûna Jinan a Zenûbiya tev li kampanyaya `Na ji darvekirinê re` bû
15 tebax 2024   16:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Kombûna Jinan a Zenûbiya bi daxuyaniyekê ragihand ku ew tev li kampanyaya "Na ji dagirkirinê re" dibe. Endam û nûnerên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tev li çalakiyê bûn.

Berdevka Kombûnê Xûd El Îsa daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku desthilata Îranê bi zîhniyeta xwe ya paşverû, mafên jinan û civakê Îranê binpê kirin. Her wiha hate destnîşankirin ku jinan li hember vê zîhniyetê bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" serî hilda.

Yekitiya Ragihandina Jinan (YJR) 12`ê Tebaxê bi daxuyaniyekê destpêkirina kampanyaya "Na ji darvekirinê re" ragihandibû û diyar kiribû ku dê heta 19`ê vê mehê dewam bike.

13`ê Tîrmehê jî Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) tev li kampanyaya YRJ`ê bû.

YRA`yê bang li rêxistinên mafên mirovan, tevgerên jinan, rêxistinên têkildarî rojnamevan û rojnamegeriyê kir ku tev li kampanyayê bibin.

(şx)

ANHA