Li rojhilatê Hemayê erd hejiya

Navenda Şopandina Erdhejan a Sûriyeyê ragihand ku li rojhilatê bajarê Hemayê erdhej çêbûye.

Li rojhilatê Hemayê erd hejiya
16 tebax, 2024   14:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Şopandina Erdhejan a Sûriyeyê ragihand ku li devera Selemiyê ya 23 kîlometreyan dikeve rojhilatê navenda bajarê Hemayê, bi pileya 4.9 erdhej çêbû.

Li gorî navendê erdhej saet di 13.15’an de pêk hat.

Navendê diyar kir ku ji duh ve 9 erdhej li rojhilatê Hemayê, başûrê rojavayê Himsê, başûrê rojavayê Laziqiyê, rojhilatê Tertûsê û başûrê rojavayê Helebê çêbûne. Her wiha destnîşan kir ku tevahî erdhej sivik û navîn bûne. Li gorî navendê dibe ku dema bê de erdhej bi pileyên kêmtir çêbin.

(bb)