HPG: Dagirkerek hate kuştin

HPG'ê ragihand ku li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê leşkerekî artêşa Tirk a dagirker hatiye kuştin.

HPG: Dagirkerek hate kuştin
26 kanûn, 2023   13:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên di navbera 21-26'ê Kanûnê de û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Li herêma Metînayê

21'ê Kanûnê saet di navbera 11:30 û 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê dagirkeran hewl dan bi teqemeniyên qedexekirî bombeyan li çeperên me bibarînin. Destpêkê ji cihekî nêz ve li dagirkeran hate xistin, piştre jî bi rêbaza sabotajê dest lê hate werdan. Derbên xurt li dagirkeran hate xistin. Di dema çalakiyê de çeka kîmyewî ya bi dagirkeran re bû bi wan teqiya. Dagirkerên ku ketin bin bandora vê çeka kîmyewî bi astekê xwe vekişandin.

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl

21'ê Kanûnê saet di 10:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin.

25'ê Kanûnê saet di 16:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

25'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran dest li dagirkeran werdan û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî:

21'ê Kanûnê li herêma Metînayê çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 10 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker

23, 24 û 26'ê Kanûnê li herêma Garê Deriyê Hesin, Gundê Şikeftiyan, Dola Mêranê 3 caran, li herêma Xakurkê Girê Şehîd Şerîf, Kolît, Sinînê, Lolan, Gigrê Berbizina, Girê Rostê 6 caran, li herêma Zapê qada Şehîd Îbrahîm 2 caran, li Metînayê Gundê Şêlazê, Gundê Bêşîlî 2 caran; bi giştî 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."