Ji KONGRA GEL bang: Em Şoreşa Rojava biparêzin

KONGRA GEL êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar kirin û ev bang kir "Li dijî êrişên li ser Rojava divê em li her derê li ser piya bin. Bi hemû hêza xwe divê em Şoreşa Rojava biparêzin. "

Ji KONGRA GEL bang: Em Şoreşa Rojava biparêzin
26 kanûn, 2023   13:48
  NAVENDA NÛÇEYAN

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL daxuyaniyek weşand û got, "Hikumeta AKP-MHP'ê ya faşîst mêtinger êr-şî Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û mirovên sivîl qetil dike. Em van êrişan û komkujiyan bi tundî şermezar dikin."

Daxuyanî wiha ye:

"Tevî deverên mîna navendên gaz, petrol, elektrîk, av û nexweşxaneyan her wiha navendên ku ji bo nexweşan gaza oksîjenê hildiberîne bû hedefa êrişan. Ev yek li gorî hiqûqa şer a navneteweyî sûcekî li dijî mirovahiyê ye, sûcekî şer e. Hêzên ku li hemberî van êrişên dewleta Tirk bêdeng dimînin hevparê vî sûcî ne.

Nepêkane ku hêzên koalîsyona navneteweyî haya xwe ji van êrişan tune be. Bêdengî û temaşekirina li êrişan nayê qebûlkirin. Navê vê yekê şirîkatiya li sûc e. Dewleta Tirk sed sal in piştgiriya ji bo polîtîkaya xwe ya qirkirina Kurdan ji vê polîtîkaya 'Kuştina Kurdan serbest e' ya van hêzan werdigire. Ji ber vê yekê dewleta Tirk bi rengekî bêperwa êrişî gelê Kurd û destketiyên Kurdan dike.

Lê belê tevî vê piştgiriyê jî rejîma dewleta Tirk a faşîst di polîtîkaya înkar û tunekirinê de ya li dijî gelê Kurd dimeşîne, xitimî ye û têk diçe.

Erdogan ê ku derbeke mezin ji gerîla xwar, li Rojava êrişî sivîlan dike ku ev yek jî nîşan dide bê desthilatdariya AKP-MHP çiqasî bêçare ye, di nava zor û zehmetiyê de ye. Ev rewş ragihandina nefermî ya têkçûna polîtîkayên înkar û îmhayê ye.

Di vê pêvajoya têkoşînê de ku bi paradîgmaya azadiyê ya Rêber Apo tê meşandin, pêvajoyeke welê ye ku dijminên gelê Kurd winda dikin û dost bi ser dikevin. Hikumeta AKP-MHP'ê ku di dijminatiya li Kurdan de israr dike, winda dike. Sedema ewqas êrişên giran tirsa ji pêvajoya hilweşînê ye. Lê belê tirs bi kêrî mirinê nayê.

Em bi serketina mezin a gerîla dest bi sala nû dikin. Em vê serketinê pîroz dikin û silav dikin. Gerîla nexşeya rê ya serketinê ya sala 2024'an nîşanî gelê me û dostên me dide.

'Hevpeymana Civakî' ya ku li Rojava hate qebûlkirin ji bo gelên herêmê bûye hêvî, ji bo mêtingeran jî bûye tirs. Yek ji sedemên êrişên faşîzmê jî ev e. Li hemberî êrişên li ser Rojava divê em li her derê li ser piyan bin. Bi dostên xwe divê em bi her awayî xwedî li Rojava derkevin. Bi hemû hêza xwe divê em Şoreşa Rojava biparêzin.

Li her qada ku em lê ne, ji bo li ber faşîzma dewleta Tirk û hêzên li hemberî wê bêdeng dimînin bi xurtî rabin û bibêjin 'Êdî bes e' em bi hev re li qadan bin."