Çapxaneya Sîmav, komkujî û şerma mirovahiyê 

Di êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser bajarê Qamişlo de cihê herî zêde bûye hedef çapxaneya Sîmav bû. di êrişê de 6 rêveber û xebatkarên çapxaneyê şehîd bûn, gelek jî birîndar bûn. Li peş êrîşan avahiya hilweşiyayî, amûrên ji xizmetê derketin, xwîna şehîdan û şerma mirovahiyê ma.

26 kanûn 2023   13:24
QAMIŞLO
CÎHAN BÎLGÎN – EHMED SEMÎR

Dewleta Tirk a dagirker ji 23`ê Kanûna 2023`an heta niha êrişî saziyên xizmetgûzarî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di van êrişan de heta niha 8 hemwelatî şehîd bûne û bi dehan jî birîndar bûn. Her wiha di saziyên hatine bombebarankirin de ziyanek mezin a madî pêk hatiye.

Yek ji cihên ku bûye hedefa êrîşên dagirkeran jî Çapxaneya Sîmav e. Balafirên bê mirov û biçek ên dagirkeran duh (25 Kanûn 2023) Çapxaneya Sîmav a li bajarê Qamişloyê bombebaran kirin.

Wekî her roj li ser karê xwe bûn  

Di dema êrîşê de 27 karmendên çapxaneyê, bêyî ku haya wan ji tiştekê hebe serê sibehê saet di 08.00’an de dest bi karê xwe kiribûn. Dema wan karê xwe dimeşand, balafirên dewleta Tirk a dagirker saet derdora 10:30`an çapxane bombebaran kir û komkujî pêk hat.

6 Şehîd

Piştî êrîşê wekî agahiyên destpêkê hatibû gotin ku 4 şehîd hene, lê ji ber alozî û domandina êrîşan hejmar nehatibû zelalkirin. Lê piştî zelalkirina agahiyan hat fêrbûn ku 6 rêveber û xebatkarên çapxaneyeyê şehîd bûne û gelek jî birîndar bûne.  

Navên şehîdan wiha ne:

Endamên Rêveberiya Çapxaneyê Ferhan Xelef û Bêrîvan Mihemed, yek ji damezirînerên çapxaneyê Hisên Ehmed, xebatkarên çapxaneyê Riyad Hemo, Rênas Hemîd û Ferhan Temê.

Xebatkarên birîndar veguhestin nexweşxaneyên li bajar û tên dermankirin.

Dîmenên hovîtiyê

Ji ber êrîşa hovane, avahiya çapxaneyê hilweşiya ye û tevahiya amûrên di hundir de hatine halê ku nayên bikaranîn. Di dîmenên ku me li cihê bûyerê kişandine de jî xûya dike ku hemû cîhazên çapxaneyê bi temamî ji xizmetê derketine. Xwîn, pêlav, çaketên xebatkaran di nava xirbeyên avahiyê de mane.

2013’yan hat avakirin

Çapxaneya Sîmav di dawiya sala 2013`yan de li jêrzemînek taxa Bişeriyê ya Qamişlo bi 14 endaman hat vekirin. Di sala 2017`an de piştî ku karê çapxaneyê berfireh bû, navenda xwe veguhest cihê niha ku bûye hedefa bombeyên dagirkeran.

Li çapxaneyê kovar, pirtûk, lênûs û rojname dihatin çapkirin. Hefteyê 6 hezar rojname li çapxaneyê dihatin çapkirin.

(a)

ANHA