Holandayê ji bo avakirina Sûriyeyê 15 milyon dolar da

Holandayê ji bo piştgirîkirina hewldanên vejandin û avakirinê li Sûriyeyê di 2026’an de, 15 mîlyon Euro veqetand.

Holandayê ji bo avakirina Sûriyeyê 15 milyon dolar da
14 cotmeh, 2026   20:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Holandayê îro ragihand ku wan 15 mîlyon Euro ji bo piştgirîkirina hewldanên vejandin û avakirinê li Sûriyeyê ji bo 2026’an veqetandine û ev pere dê îsal werin dayîn.

Wezîrê Bazirganiya Derve yê Holandayê Schort Sjoerdsma di dema beşdarbûna xwe ya civîna salane ya Banka Cîhanî de diyar kir ku ev pere dê tavilê were peydakirin û dê alîkariyê bide lezkirina destpêkirina projeyên avakirinê.

Wezaretê daxuyand ku ev însiyatîf balê dikişîne ser pêdiviyên gelê Sûriyeyê bi rêya piştgirîkirina vegerandina xizmetguzariyên bingehîn û geşkirina aboriyê, bi taybetî beşa çandiniyê.

Ev daxuyanî di çarçoveya xurtkirina hevkariya navbera Holanda û Sûriyeyê de tê, ligel hewldanên ji bo avakirina komîteyeke hevpar di navbera her du welatan de ji bo çareserkirina pirsgirêkên mayî û yên herî girîng di nav wan de hêsankirina vegera welatiyên Sûriyeyî bo welatê wan e.

(f)