Hizbullah û Hûsî ketin lîsteya terorê ya Zelandaya Nû

Zelandaya Nû, Hizbullaha Lubnanê û koma Hûsiyan xistin lîsteya terorê.

Hizbullah û Hûsî ketin lîsteya terorê ya Zelandaya Nû
21 mijdar, 2024   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Desthilata Zelandaya Nû, Hizbullaha Lubnanê û koma Ensarullah El Hûsî ya li Yemenê wek “rêxistinên terorîst" ragihand. 

Desthilata Zelandaya Nû di daxuyaniya de ku di rojnameya fermî de weşandiye, diyar kir ku her du rêxistin li gorî benda 22ˈyan a qanûna têkoşîna li dijî terorê ya 2002ˈyan wek “rêxistinên terorîst" tên îlankirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Çi kesên ku dan û standinan bi her du rêxistinan re bike yan jî xizmên diravî pêşkêşî wan bikin dê li gorî bendên 6 û 10 ên qanûna têkoşîna li dijî terorê wek sûcdar werin darizandin."

(bb)