Di navbera hêzên Şam û çeteyên DAIŞˈê de şer rû da

Piştî êrişa DAIŞˈê ya li ser nuqteyên hêzên hikumeta Şamê, di navbera her du aliyan de şer derket.

Di navbera hêzên Şam û çeteyên DAIŞˈê de şer rû da
21 mijdar, 2024   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞˈê êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li gundewarên rojhilatê Humisê kir. Di encama bersivdayînê de şer di navbera her du aliyan de derket.

SOHRˈê diyar kir ku şer li derdora bajarokên Tîba, Kom, Cebel Dahik û Tiweynan rû da û di encamê de kuştî û birîndarên her du aliyan çêbûne.

Li gorî SOHRˈê, hêzên hikumeta Şamê dest danî ser erebe, motorsîklet û çekên giran ên çeteyan.

Her wiha hate ragihandin ku çete piştî şer ber bi çiyayê Emûr ve reviyane.

(bb)