Artêşa Îsraîlê fermana valakirina 3 gundên din da

Artêşa Îsraîlê fermana valakirina 3 gundên din ên li başûrê Lubnanê da û êrişî taxên başûrê Beyrûtê kir. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrişekê de herî kêm 9 kes hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê fermana valakirina 3 gundên din da
21 mijdar, 2024   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro bang li niştecihên gundên Burc Şemalî, Maşûq û Hoş yên li Başûrê Lubnanê kir da ku gundan vala bikin û biçin bakurê çemê Ewelî. Artêşê hişyarî da niştecihên gund ku nêzî endamên Hizbullahê yan navendên wan û an jî çekên wan nebin. Her wiha avahiyên ku dê werin bombebarankirin jî diyar kirin.

Artêşa Îsraîlê berbanga îro 3 caran taxên başûrê Beyrûtê bombebaran kirin.

Li gorî Wezareta Tenduritsiyê ya Lubnanê, artêşa Îsraîlê duh derengî şevê nêzî bajarê Sûrê hinek armanc kirin hedef, di encamê de herî kêm 9 kes hatin kuştin û 65 jî birîndar bûn.

Wezaretê diyar kir ku ekîbên enqazê yên li bajarokê Mareke yê Sûrê xebatên rakirina kesên di bin kavilan de mane, didomînin.

Hate ragihandin ku êrişên bejahî û pêşveçûnên Îsraîlê yên ber bi bajarokê Kefer Şoba ve didomin.

Li gorî medyaya xwecih, li taxên başûr û rojhilatê bajarokê Xeyamê şerekî dijwar di navbera hêzên Îsraîlê û çekdarên Hizbulahê de rû da.

Hizbullahê jî ragihand wê kombûneke leşkerên Îsraîlê bi moşekan bombebaran kir.

(bb)