Hizbullah ragihand ku ew bi artêşa Îsraîlê re di pevçûnên giran de ye

Hizbullah destnîşan kir ku wê hêzên Îsraîlê li gundên sînor ên Lubnanê hedef girtin. Her wiha ku hêzên wê bi hêzên Îsraîlê re di pevçûnên giran de ne.

Hizbullah ragihand ku ew bi artêşa Îsraîlê re di pevçûnên giran de ye
16 cotmeh, 2024   21:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullah a Lubnanê ragihand ku hêzên wê li gundên sînor ên Lubnanê bi artêşa Îsraîlê re di pevçûnên giran de ne.

Hizbullah diyar kir ku hêzên wê li bajarokê Qozeh bi awayekî rasterast bi artêşa Îsraîlê re di pevçûnan de ne û wan artêşa Îsraîlê di navbera bajarokên Edêse û Merkebe yên başûrê Lubnanê û Mekfeham ê bakurê Îsraîlê bi moşekan hedef girt. Hat diyarkirin ku di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Hizbullah diyar kir ku pevçûn hîn jî didomin.

(mh)