Di pevçûnên li Siwêdayê de kesek hat kuştin

Di pevçûna li gundewarê Siwêdayê ya navbera komeke çekdar û hêzên hikumeta Şamê de kesek hat kuştin û yek jî bindar bû.

Di pevçûnên li Siwêdayê de kesek hat kuştin
16 cotmeh, 2024   20:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan da zanîn ku di pevçûna navbera komeke çekdar û hêzên hikumeta Şamê de kesek hat kuştin û yekî din birîndar bû. Pevçûn li ber rêbenda kontrolê ya di navbera gundên Dama û Cerên ên herêma Lecat a gundewarê Siwêdayê de derket.

Li herêmên hikumeta Şamê rewşa bêaramiyê serwer e, sûcên revandin û talankirinê zêde dibin.

(mh)