Li başûrê Lubnanê şerên dijwar diqewimin

Hizbullahê ragihand ku hêzeke îsraîlî xwestiye derbasî bajarokê Edîse yê ser sînor bibe lê wê nehiştiye û "ew neçar kiriye vekişe". Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku "şerekî dijwar li başûrê Lubnanê heye".

Li başûrê Lubnanê şerên dijwar diqewimin
2 cotmeh, 2024   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullaha Lubnanê ragihand ku hêzeke artêşa Îsraîlê xwestiye derbasî bajarokê Edîse yê ser sînor bibe lê wê nehiştiye û ew "neçar kiriye vekişe". Berdevka artêşa Îsraîlê jî ragihand ku "li başûr şerekî dijwar rû dide".

Hemwextî ragihanda destpêkirina "operasyona bi navê ferzkirina herêma tampon li ser sînor" ji aliyê Îsraîlê ve, her du daxuyanî hatin dayîn.

Hizbullahê di daxuyaniya xwe de got: "Şervanên me zirarên mezin dan dijmin". Li beramber wê berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee jî ragihand ku vê sibê "li başûrê Lubnanê şerekî dijwar diqewime".

Avichay Adraee niştecihên başûr hişyar kirin ku "bi erebeyan ji bakurê çemê El Lîtanî neçin başûrê çem" û got hişyarî heta demeke nediyar derbasdar e.

(şx)