Bersiva Îranê û armancên Îsraîlê yên ji şerê Lubnanê rojeva rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî vê sibê di weşanên xwe de cih da bersiva Îranê ya li ser êrişa Îsraîlê û armancên Îsraîlê ji ketina Lubnanê.

Bersiva Îranê û armancên Îsraîlê yên ji şerê Lubnanê rojeva rojnameyên erebî ne
2 cotmeh, 2024   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek bi sernavê "2 armancên şerê Îsraîlê: tunekirina Hizbullahê û vegerandina koçberên bakur" weşand. 

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku bi destpêkirina êrişa Îsraîlê ya li ser başûrê Lubnanê re gelek pirsn çêbûn; gelo Îsraîl dikare armancên xwe bi dest bixe û xetereyên kişandina herêmê nav şerekî herêmî, çi ne?

Di nûçeyê de îşaret bi armancên Îsraîlê yên ragihandî hate kirin ku vegerandina îsraîliyên ji bakurê Celîlê koçber bûne û tunekirina hêza şer a Hizbullahê ye.

Her wiha di nûçeyê de hate diyarkirin ku li gorî rexnegirên siyaseta Benjamîn Netanyahu, Netanhayhu dikarîbû aramca yekemîn bi rêya dan û standinan li gel hikumeta Lubnanê û li gorî biryara NY`yê ya bi hejmar 1701’an bi dest bixista. Heke hikumeta Îsraîlê demeke zêde bida Hizbullahê û Îran biketa ser xetê, dê alozî bê şer çareser bibûya, lê hikumeta Îsraîlê û Hizbullahê serhişkî kir.

‘ÊRIŞA DAWÎN A ÎRANÊ BÊÇARETIYA WÊ NÎŞAN DA’

Rojnameya El Ereb a Londonê di nûçeya xwe ya li ser êrişa Îranê ya li dijî Îsraîlê de diyar kir ku wê êrişê tu zirarên mezin li navendên Îsraîlê neanîn, berovajî wê bêçaretiya îraniyan a bersivandina êrişên Îsraîlê nîşan da.

Rojnameyê da zanîn ku armanca êrişan sînordar bû, ji bo DYA û Îsraîlê peyamek e da ku sedemên êrişê fêm bikin û Îsraîl ji vê bi hêztir bersivê nede.

Li gorî rojnameyê îsraîliyan peyam fêm kir ku qada hewayî ji nû ve hate vekirin û rêwîtiyan ji nû ve dest pê kir. Ji sivîlan hate xwestin ku ji jêrzemînan derkevin. Berdevkê artêşa Îsraîlê jî ragihand ku di êrişa Îranê de tu kes birîndar nebûye.

(şx)