Duran Kalkan: Em nêzî serkeftinê ne têkoşînê mezin bikin têrî heye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan, destnîşan kir ku serketin ji her demê bêhtir nêzîk e û got: "Bi têkoşîneke baş di roj, hefte û mehên pêş de bi rastî jî em dikarin pêşketina herî dîrokî biafirînin.  tenê têkoşîn bê mezinkirin têrî heye."

Duran Kalkan: Em nêzî serkeftinê ne têkoşînê mezin bikin têrî heye
2 cotmeh, 2024   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan tevlî bernameya taybet a Medya Haber TV bû û derbarê 26'emîn salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Pêngava Azadiyê û şerê li Rojhilata Navîn de, nirxandinên girîng kirin.

Duran Kalkan di destpêkî de berxwedana Îmraliyê û Her kesên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşin silav dikim û wiha git: “Serketinê ji wan re dixwazim. Sîstema êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê dewam dike. Rêber Apo 25 sal, 7 meh û 15 roj in di nava vê sîstema tecrîd û qirkirine de tê hiştin. Li hemberî vê têkoşînê jî dewam dike. Bêguman li her qadê têkoşîneke mezin heye. Bi taybetî di sala dawî de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd pêngavek ji aliyê tevahiya mirovahiyê ve tê meşandin. Gelê me, jin, ciwan dimeşînin. Li çar aliyên cîhanê hêzên demokratîk, şoreşger, akademîsyen, parêzvanên mafên mirovan, alîgirên demokrasî û azadiyê her kes vê pêngavê dimeşînin. Ev têkoşîn jî gihîşt asteke girîng. Di nava du sê hefteyên derbasbûyî de bûyera girîng biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û li ser vê bingehê bûyerên qewimîn bûn. Rêveberiya me helwesta tevgera me eşkere kir. Gelê me, dostên me di 21'ê Îlonê de li Frankfûrtê helwesta xwe nîşan da. Bi Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî re. Îradeyek nîşan da. Hem bersiv ji komploya navneteweyî re, hem di dagirtina sala yekemîn a pêngava me ya navneteweyî helwestek hate nîşandan. Lê di heman demê de helwesta gelê Kurd, hêzên çep û sosyalîst a li hemberî biryara Komîteya Wezîran hate nîşandan. Li ser vê bingehê li gelek qadan nîqaş jî hatin kirin. Beriya niha 69 kesên xwediyên Nobelê helwest nîşan dabûn, name ji deverên cuda re şandibûn. Wan îtiraz kirin. Înîsiyatîfên cuda yên ji bo azadiya Rêber Apo li Tirkiyeyê, Înîsiyatîfa Ereb helwest nîşan dan. Hate nîqaşkirin ev helwest.”

Kalkan balkişand li ser Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ku piştî 10 salan xistibû rojevê û got: “Weke encam jî saleke din dem dan Tirkiyeyê ji bo bo di hiqûqê de guhertinê bike, ji mijara 'mafê hêviyê' re çareseriyê peyda bike. Rêveberiya me bi mafdarî ev yek rexne kir. Çalakiyên ku min destnîşan kir rexne û helwestek li hemberî vê bû. Lewma pêwîstî pê nîne ku ew bêne dubarekirin. Lê belê hin tişt dikarin lê bêne zêdekirin. Yek jê; hate gotin Komîteya Wezîran biryareke siyasî da, di hin nîqaşan de. Ji xwe saziya siyasetê ye. Divê biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji aliyê hiqûqî ve neyê nirxandin. Ew saziyeke hiqûqî nîne. Ji aliyê hiqûqî ve biryarê nadin. Biryara siyasî didin, saziya siyasetê ne. Biryara hiqûqî ji xwe ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve hatibû dayin. Ew saziya siyasetê ne ku ji bicihanîna vê biryarê, ji şopandina bicihanîna biryarê berpirsyar in. Nirxandin ku biryar bi cih anîne yan na, karîbûne bidin bicihanîn an na. Li ser wê bingehê biryara siyasî dan. Dayina salekê dem ji bo dewleta Tirk biryareke siyasî bû. Ji aliyê siyasetê ve divê mirov vê binirxîne. Balkêş e, di 18'ê Adara 2014'an de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da, haya xwe ji siyasetê nîne, çi pêşketin wê çêbibe ne diyar e. Lê belê em zanin ku di 30'ê Îlona 2014'an de biryara tasfiyekirina tevgera azadiyê ya Kurd bi navê 'Plana têkbirinê' hate dayin. Belê dewleta Tirk, hikumeta AKP-MHP'ê biryar li ser vê da û xist meriyetê, welê hate dîtin. Lê belê ev yek li hemberî tevahiya Kurdan bû, bi taybetî li dijî Rêber Apo bû. Ya rast, hîn wê demê taloq kir. 10 salan da sekinandin Komîteya Wezîran. Çi sekinand? Di çarçoveya plana têkbirinê de li benda îmha û tasfiyekirina PKK'ê sekinî. Di vê pêvajoyê de PKK wê îmha bibûya, tasfiye bibûya, wê gelekî lawaz bibûya, wê rewşeke welê rû bida ku li Kurdistanê têkoşîna azadiyê nikaribe bê meşandin, gerîla wê bihata tepisandin, gel wê ji Rêbertî û azadiyê qut bibûya, qirkirin wê bihata kirin, asîmîlasyon bihata mezinkirin. Hêviya wan ev bû. Piştî vê yekê jî wê wateyeke xwe nemabûya ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê binirxînin. Binirxandina, nenirxanda jî gel û rêxistina ku fikrên Rêber Apo bixe meriyetê wê ji holê hatibûna rakirin. Hêvî û bendewarî ji bo vê bû. Konseya Ewropayê çima 10 salan sekinî, çi kir? Divê em bi vê zanibin. Konseya Ewropayê li bendê bû ku êrîşên li ser plana têkbirinê bi ser bikeve ku piştre bikeve nava hewldanan. Lê belê çi kirin nekirin jî nekarîn encamê bi dest bixin.”

'EŞKERE BÛ KU EM TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN WÊ NEÇAR BIMÎNIN!'

Kalkan wiha domand: “Êdî ketin rewşeke welê ku nema karibin bêhtir bisekinin, di civîna xwe ya 17, 18 û 19'ê Îlonê de xist rojevê. Zûdeyî hêvî û plan dikirin ku ev plana tasfiyekirinê bi ser bikeve. Eger bi wî rengî bibûya wê hîn zûtir mijar bixistina rojeva xwe. Neçar man xistin rojeva xwe. Ev dema salekê, dema dirêjkirinê ku dane Tirkiyeyê tê çi wateyê? Diyar e ku hikumeta AKP-MHP'ê daxwaz kiriye, ji bo demê bidin wan. Komîteya Wezîran jî ev dem da hikumetê. Xwest, wan jî gotin vaye em didin we. Ev çi dem e? Dema îmha û tasfiyekirina PKK'ê ye. Derdorên pêwendîdar, Komîteya Wezîran jî di nav de hêvî dikin ku di nava salekê de PKK'ê îmha û tasfiye bikin, lawaz bikin. Dema ev pêk hat, ji xwe 'mafê hêviyê' yê ji bo Rêber Apo bê nîqaşkirin, neyê nîqaşkirin jî zêde wê wateya xwe nemîne. Dema ku hêzên ku fikrên Rêber Apo bixe meriyetê nebin, Rêber Apo bi tena serê xwe çi bike? Lewma wateyeke xwe wê nemîne. Hesab ev e. Divê em hemû vê baş bibînin û fêhm bikin. Yanî dixwazin saleke din êrîşên li ser bingeha îmha û tinekirinê dewam bikin. Bicihanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî bi vê ve dan girêdan. Rewş bi vî rengî ye. Divê em bi vî rengî fêhm bikin. Encama ku em ji vê fêhm bikin çi ye? Em bala xwe bidin ser; 10 sal in me bendewariya wan hilweşandine, plana wan têk birine. Me êrîşên wan şikandine. Yek ev e. Ev gelekî girîng e. Ya duyemîn êdî nikarin demê dirêj bikin. Neçar dimînin ku di nava salekê de rewşê binirxînin. Wê demê hêvî û bendewariya wan çi ye? Dixwazin PKK tasfiye bibe, gerîla bieciqe, gel dest ji têkoşîna azadiyê berde. Wê demê em dikarin çi encamê fêhm bikin? Eger em vê rastiyê fêhm bikin, pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hîn bi bandor bimeşînin, têkoşîna azadiyê li her qadê hîn bi xurtî û bi bandor bimeşînin em ê Komîteya Wezîran jî saziyên din ên pêwendîdar jî neçar bihêlin ku bêyî li benda salekê bimînin bi pirsgirêkê re eleqedar bibin. Em ê hêviya wan bişikînin. Em ê bendewariyên wan têk bibin. Piştî salekê wê çi bikin? Eger sekneke hîn xurtir a rêxistin, gel û dostan hebe, eger em fikrên Rêber Apo hîn bi xurtî li çar aliyên cîhanê belav bikin, li ser vê bingehê perwerde, rêxistin, têkoşîna azadiyê hîn bêhtir bi pêş ve biçe, tiştekî ku êdî bikin namîne. Wê hingî çi bikin? Diyar e ku wê neçar bimînin li hin çareyan bigerin. Qet nebe wê neçar bimînin li lihevkirinê bigerin. Yanî em bi vî rengî bibînin. Me mesele aniye fînalê. Ev salek pêvajoya fînalê ya vê pêvajoyê ye. Em çiqasî bi hêz têbikoşin em ê encamê werbigirin, em ê bi ser bikevin. Rastî ev e. Wê demê divê em li gorî vê yekê têbikoşin. Di 10'ê Cotmehê de sala yekemîn a pêngavê temam dibe, dikeve sala duyemîn. Hem vê salvegera pêngavê, hem jî sala duyemîn divê em li her qadê bikin sala têkoşîneke hîn xurt. Divê her kes hîn bi xurtî têbikoşe. Li çar parçeyên Kurdistanê, li çar aliyên cîhanê divê em vê têkoşînê hîn bi bandor û bi girseyî bimeşînin. Bi rastî jî divê em seferber bibin. Ji ber ku ronahî hatiye dîtin, em ê bi têkoşînê encamê werbigirin. Divê her kes bi vê zanibe. Wê demê ji bo tevkariya me her kesî li vê yekê bibe, divê her yek ji me mîna ku ketibe pêşbirkê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin. Li her devera ku em lê ne divê mîtîngan lidar bixin, çalakiyan pêk bînin. Hin bernameyên çalakiyan hene, yên lidar dixin dibêjin em ê îradeyê nîşan bidin. Bi rastî jî li her derê gelê Kurd bi ciwan, jin, karker, kedkarên xwe, hem jî dostê gelê Kurd divê îradeya xwe nîşan bide. Herêm bi herêm, parzemîn bi parzemîn, bajar bi bajar, kes bi kes em mîtîngên herî berfireh lidar bixin. Em çalakiyên herî xurt lidar bixin. Em xwedî li Rêber Apo derkevin, ji her demê bêhtir xwedî lê derkevin. Ji bo azadiya Rêber Apo em bi rêbazên herî dewlemend têbikoşin. Bi vê yekê em ê karibin encamê bi dest bixin. Lewma bi rastî jî têkoşîn xurt dibe, çalakî hene. Li her derê, di nava hefteyê, dawiya hefteyê, vaye dawiya vê hefteyê li Cenevreyê konferans lidar dikeve, li Hambûrgê ciwan bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' meşiyan. Hemûyan silav dikim, ji wan re li çepikan dixim. Bi rastî jî helwesta wan girîng e. Bêguman Hambûrg bajarê şoreşger ê Elmanyayê ye. Bi rengekî ku li dîroka xwe tê xwedî li rastiya Rêber Apo derdikeve. Rojava li ser piyan e, li Bakurê Kurdistanê gelek çalakî hene, mîtîng hene. Kampanya hate destpêkirin, amadekarî tê kirin. Li her derê bi vî rengî ye. Di 13'ê Cotmehê de li Amedê tê xwestin, sala duyemîn a têkoşînê bi çalakiyeke herî berfireh a girseyî bê destpêkirin. Divê em bi rengê herî xurt tevlî vê bibin. Divê her kes tevlî bibe. Ji Tirkiye, ji Kurdistanê bang têne kirin, em tevlî wan bangan hemûyan dibin. Bi rastî jî divê li hemberî faşîzm, mêtingerî, qirkirinê helwestê nîşan bidin û diyar bikin ku em ê rê nedin faşîzm, mêtîngerî û qirkirinê. Li dor Rêber Apo divê em hîn zêde li hev kom bibin. Bi hîn xurtî xwedî lê derkevin. Divê em nîşanî her kesî bidin; jiyan wê bi Rêber Apo bibe, eger jiyana demokratîk û azad wê hebe ew ê bi Rêber Apo pêk were. Wekî din nabe. Her kes wê zanibe ku bêyî Rêber Apo jiyaneke azad û demokratîk nabe. Divê li her derê em vê bînin ziman. Divê em ji her kesî re bibêjin û her kes bi vê zanibe. Ewropa gelek mîtîngan plan dike, di 16'ê Mijdarê de dixwazin saleke nû ya têkoşînê bidin destpêkirin. Divê her kes tevlî bibe. Divê em karibin tevlîbûna herî berfireh pêk bînin. Di salvegerê de, di 10'ê Cotmehê de bi rastî jî divê her kes li cihê ku lê ye karibe têbikoşe. Li her derê divê çalakî bê kirin. Ev girîng e.”

Pêngava azadiyê ya navneteweyî di nava salekê de gihîşt asteke girîng. Heval jî dinirxînin, nîqaş dikin em tevlî wan dibin. Divê em vê yekê bibînin. Çi afirand?

Kalkan Rojev azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd jî girêdayî vê ye, hilweşandina faşîzmê jî nirxand û wiha got: “Girêdayî vê ye, azadiya Kurdistanê, demokratîkbûna Tirkiyeyê jî girêdayî vê ye, lawazkirina siyaseta bi serweriya mêr jî girêdayî vê ye, pêşketina azadiya jinê jî girêdayî vê yekê ye; her tişt girêdayî vê yekê ye. Şikandina êrîşên şerê taybet bi vê dibe. Lewma me mifte dît. Mifte azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Wê demê têkoşîna xwe hemû divê em bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidin girêdan. Parçeyek jê divê ew be. Divê em giraniyê bidin ser wê. Ji ber ku ya rast ev e. Yanî em tişta naskirina şensekê nakin, em ya rast dikin, ya rast ev e. Ji ber ku bêyî Rêber Apo jiyana azad nabe. Têkoşîna her kesî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo jiyana xwe ya azad e, ji bo azadiya xwe ye.

Ya duyemîn; em bûn yek. Di nava vê salê de çalakiyên hevpar di her astê de pêk hatin. Çalakiyên xurt hatin lidarxistin.

Sêyemîn; Em veguherîn hêzeke têkoşînê ku ji çar parçeyên Kurdistanê belavî çar aliyên cîhanê bûn. Jê wêdetir me rêbazên gelekî cuda û dewlemend bi cih anîn. Konferans têne lidarxistin, rojên xwendinê pêk tên, çalakiyên cuda têne kirin. Ji aliyê şêweyên çalakiyan ve em gelekî dewlemend bûn. Yanî me gelek tişt bi dest xist. Têkoşîna sala derbasbûyî encamên girîng afirand. Ev yek gelekî girîng û bi wate ye. Wê demê di sala duyemîn de divê em van hîn bêhtir berfireh, dewlemend û bi bandor bixin meriyetê. Dema ku me ev kir, wê demê bi rastî jî têkoşîna sala duyemîn li gorî sala yekemîn wê qat bi qat zêde bibe. Ji xwe me got, bi rastî jî mîna sala fînalê ye. Wekî din balkêş e, ji bo hin tiştan Îlona 2025'an diyar dikin. Di Îlona 2025'an de wê çi bibe, me ew jî baş fêhm nekir. Ya rast, li pêşiya me gelek pêvajoyên krîtîk hene. Diyar e di asta navneteweyî de wê bûyerên dîrokî biqewimin. Diyar e wê rewşeke bi vî rengî rû bide. Wê demê di pêvajoyeke bi vî rengî de têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne tenê daxwaz û misogerkirina azadiya kesekî ye, wê bibe mîna misogerkirina hemû azadiyan, vekirina kilîda hemû azadiyan. Xwedî vê taybetmendiyê ye. Wê demê em vê salvegerê baş binirxînin, li her qadê. Çalakiyên cuda û dewlemend û zêde lidar bixin. Divê hîn bêhtir girseyî bin. Divê em seferberiya ragihandina îradeyê pêk bînin. Em bibêjin, 'Ez daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazim, jiyaneke ne azad naxwazim, ev jiyaneke ne demokratîk e' li pêşberî tevahiya cîhanê û mirovahiyê weke gel em îradeya xwe nîşan bidin.”

'EGER LI HEMBERÎ RÊBER APO KOMPLO NEHATIBÛYA KIRIN, WÊ LI ROJHILATA NAVÎN ÇARESERÎ PÊK BIHATA'

Mijareke din ku tê nîqaşkirin, salvegera 26'an a têkoşîna li dijî komployê ye. Em gelekî nîqaş dikin, lê belê gelo komplo di kîjan astê de tê fêhmkirin? Her wiha têkoşîna 26 salan asteke çawa bi xwe re anî?

Endamê komîteya navendî ya PKK’ê kalkan di derbarê Komploya Navneteweyî 9'ê Cotmeha 1998'an Rêber Abdullah Ocelan nirxand: “Komplo di salvegera 26'an de ye. Hêzên ku komplo plan kirin, biryar li ser dan û xistin meriyetê têne zanîn. Di vê mijarê de tiştekî nediyar nîne, her tişt diyar e, li ber çavan e. Bi rastî jî divê mirov li ser rewşa wan, helwesta wan bisekinin. 26 sal, zêdeyî çaryek sedsal e, gelekî girîng e. Divê em lê vegerin û li van 26 salan temaşe bikin. Her wiha divê mirov bala xwe bidin ser pêvajoya ku komplo amade kir. Lewma divê mirov li 26 sal, 30 sal, 35 salan binihêrin. Di vê pêvajoyê de çi bû, çi qewimî? Pêwendiya vê yekê bi êrîşa komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo çi ye? Em vê pêvajoyê di heman demê de weke pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn jî pênase dikin. Ya rast, di destpêka salên 1990'î de Şerê Cîhanê yê Sêyemîn destpê kir, bingeha komployê amade kir. Piştre jî hêzên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn meşandin ji bo di armanca xwe de serketî bin, berjewendiyên xwe serwer bikin, tevlî êrîşa komployê bûn. Êrîş kirin. Yên bi hev re jî bûn ev kirin, yên bi hev re nakok jî bûn ev kirin. Yên dijberên hev jî ev kirin, yên li heman refî jî ev kirin. Her kesî ev meşand. Dema ku em li vê pêvajoyê vedigerin û lê dinihêrin, çi dibînin? Êrîş çi bû? Êrîş li dijî Rêber Apo bû. Armanca xwe çi bû? Armanca xwe îmhakirina Rêber Apo bû. Nekarîn vê bikin, lewma ew xistin nava sîstema êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê. Eger karîbûna bi ser xistibûna, dixwestin îmha bikin. Çima êrîş birin ser Rêber Apo? Çima xwestin Rêber Apo îmha bikin? Em bi vî rengî bibêjin, eger êrîşa komploya navneteweyî nebûya Rêber Apo di nava 20 salên derbasbûyî de eger bi rengekî azad têbikoşiya, pêşengî ji têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê re bikira, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bimeşanda, jin ciwan perwerde bikira wê encam çi bûya? Em ji vî alî binirxînin. Rêber Apo çi dixwest? Di destpêka salên 1990'î de pêvajoyeke nû destpê kir. Li Bakur serhildan pêk hatin, li Başûr bi şerê kendavê re valahî çêbûn. Xwest li Bakur jî li Başûr jî yekîtî pêk were, xwest azadiya gelê Kurd pêk were. Eger azadiya gelê Kurd pêk bihata, li ser vê bingehê Rêber Apo derfet bidîta armancên xwe bimeşanda, bixista meriyetê, biryarên xwe, feraseta xwe bixista meriyetê wê çi bibûya? Kurd wê azad bibûna. Li ser vê bingehê Tirkiye wê demokratîk bibûya, Iraq wê demokratîk bibûya, Sûriye, Îran wê demokratîk bibûna. Li Rojhilata Navîn wê demokratîkbûn pêk bihata. Kurdistana Azad, Rojhilata Navîn a Demokratîk wê bihata avakirin. Rojhilata Navîn a Demokratîk wê çi bibûya? Wê bibûya yek, biratî, piştevanî, parvekirin wê hebûya. Lê 26 sal in, 30 sal in xwîn dirije, zilm heye, komkujî tê kirin. Rojhilata Navîn veguherî derya xwînê. Kurdistan veguherî derya xwînê. Komploya Navneteweyî tê wateya tê wateya vê derya xwînê, tê wateya van komkujiyan. Têkoşîna Rêber Apo ya bi rengekî azad tê wateya astengkirina van, li hemberî van hemûyan tê wateya pêkhatina jiyana demokratîk, avakirina yekîtiya konfederal a gelan. Ev yek ji bo mirovahiyê wê gelekî baş bibûya, ne tenê ji bo Kurdan, ne tenê ji bo gelên herêmê. Ya rast Rojhilata Navîn a demokratîkbûyî wê tevkariyeke mezin li mirovahiyê û meşa demokratîk û azad a mirovahiyê bikira. Ev hemû hatin astengkirin. Em komployê bi vî rengî fêhm bikin. Belê komplo ji bo astengkirina azadiya Kurdan, ji bo qirkirina Kurdan, ji bo îradeya azadiyê ya gelê Kurd îmha û tasfiye bike êrîşeke giran bû. Bû êrîşa gelekî neheq, êrîşa herî neheq a dîroka mirovahiyê. Lê belê ne tenê li dijî Kurdan bû. Mînak, Rêber Apo aliyê Tirkiyeyê yê vê komployê nirxand. Em baş fêhm bikin. Gelo Tirkiye bi ser ket, an jî winda kir? Belê di vê pêvajoyê de Tayyîp Erdogan bû desthilatdar, Devlet Bahçelî 2 caran bû hikumet. Yanî qaseya xwe dagirtin. Van şêlandin, dewlemend bûn. Tiştekî xwe tine bû, di vê pêvajoyê de sûd ji komployê wergirtin. Lê belê çi bi Tirkiyeyê hat? Tirkiye bi pêş ket, an jî li paş ket? Tirkiyeyê gelek winda kir. Li aliyê din em li rewşa li Rojhilata Navîn binihêrin. Pêwendiyeke xurt a van hemûyan bi komployê re heye. Wê demê komplo ne tenê li dijî azadiya Kurdan bû. Li gel wê li dijî Tirkiyeya demokratîk bû. Li dijî Rojhilata Navîn a demokratîk bû. Li dijî jiyana azadiyê ya mirovahiyê bû. Li dijî têkoşîna azadiyê ya jinê bû. Li dijî pêşketina şoreşa azadiya jinê bû. Li hemberî van hemûyan weke êrîşekê pêk hat. DYE, Îngilistan, Îsraîlê ev kirin, dewletên Ewropayê hemû tevlî bûn, Rûsya tevlî bû. Her kesên ku pêwîstiya xwe pê hebû tevlî kirin, kirin hevparê wê. Hinek bi zorê, hinek bi berdêla berjewendiyan tevlî vî sûcî kirin. Bi vê yekê re çi afirandin? Encama ku afirandin li holê ye. Lewma divê ev polîtîka rast bê fêhmkirin. Divê em hemû baş fêhm bikin, binirxînin û li hemberî wê helwesta rast a polîtîk nîşan bidin. Lê belê xwediyên van polîtîkayan jî divê rast fêhm bikin. Bi rastî jî eger hindikî jî be alîgirê demokrasî û mafên mirovan bin, neheqî kirin, zalimtî kirin. Bûn berpirsyarê ewqas xwînê û komkujiyê. Divê hinekî lê bipirsin û karibin dest ji vê berdin. Dema ku em bi vî rengî dibêjin, nirxandin û rexneyên bi vî rengî dikin, dibêjin her gavê nebêjin komplo, vê yekê li me ferz nekin. Em ê çi jê re bibêjin? Em ê tine bihesibînin? Komplo hîn jî dewam dike. 43 meh in bi ti awayî agahî ji Rêber Apo nîne. Hiqûq, edalet, mirovahî tiştek nîne. Kes dengê xwe nake, yên ku ji vî karî berpirsyar in. Baş e em çi bibêjin? Em nebêjin komplo em çi bibêjin? Bêguman şaşitî di vir de hatiye kirin, sûc di vir de hatiye kirin. Lewma sererastkirin wê di vir de bê kirin. Bi jiholêrakirina şaşitî û sûcan wê bibe. Naxwe em nikarin jê derbas bibin. Eger em jê derbas bibin em ê nikaribin tiştekî nû ava bikin. Li ser şaşitî û sûcan em nikarin rastiyê ava bikin. Em nikarin serketinê ava bikin. Ji şaşitiyê serketin nabe. Ji şaşitiyê rastî nayê bidestxistin. Divê mirov ê çareser bike. Yên berpirsyar jî divê karibin bibin hêza çareseriyê. Divê karibin hinekî li xwe bipirsin. Karibin hinekî rexnedayinê bidin. Neheqiya herî mezin a dîrokê li gelê Kurd hate kirin. Êrîşa li ser Rêber Apo belê neheqiya herî mezin a li hemberî Rêber Apo bû, zext, êşkenceya herî giran bû, mînaka xwe nîne. Lê belê ev yek ne tenê li hemberî Rêber Apo bû. Li hemberî gelê Kurd, li hemberî jin û ciwanan bû, li hemberî gelên Rojhilata Navîn hate kirin, li dijî gelên Tirkiyeyê û mirovahiyê hate kirin. Wê demê divê ev neheqî ji holê bê rakirin. Ewqasî zilm hate kirin, zext êşkence hate kirin, kiryarên şerê taybet hatin kirin, ewqas komkujî li jin, zarok, ciwanên Kurd hatin kirin, wê demê yên ji vî karî berpirsyar in, rêveberiya DYE, wê demê jî demokrat li ser rêveberiyê bûn, niha jî li ser rêveberiyê ne, me berê jî got, li Îngilistanê Partiya Karker bû rêveber, ev hêz divê vê neheqiya ku kirine bibînin divê hewl bidin vê çareser bikin. Divê karibin lêborînê ji gelê Kurd bixwazin. Ji ber zilm û zexta 26 sal in li gelê Kurd kirin berpirsyar in, divê dawî li vê zilmê bînin. Em bang li van hêzan dikin ku bi vî rengî tevbigerin. Bila li rabirdûyê binihêrin, bila bala xwe bidin ser tiştên ku Rêber Apo dixwest bike. Bi astengkirina wî bûn sedema çi? Gelo başî kirin? Li Kurdistanê çareserî afirandin? Li Rojhilata Navîn çareserî afirandin? Neçareserî pêk anîn. Hêza çareseriyê Rêber Apo bû, hêza çareseriyê astengkirin. Bûn xwedî û berpirsyarên ewqas xwîn, êşkence û komkujiyê. Bi wesîleya salvegerê em vê yekê careke din bi bîr bixînin. Em bang li hêzên pêwendîdar dikin ku dest ji kiryarên xwe berdin, sererast bikin, ji ber êşkence û zilma ku li Kurdan kirin, lêborînê ji Kurdan bixwazin.”

'EM NÊZÎ SERKETINÊ NE, TENÊ EM TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKE EW TÊRÊ DIKE'

Li aliyê din têkoşîna 26 salan a li dijî komployê hate meşandin gelekî girîng e. Divê mirov vê fêhm bike. Dixwestin Rêber Apo îmha bikin. Komploya 9'ê Cotmehê êrîşeke îmhayê bû. Destûr nehate dayin ku bi ser bikeve. Komploya 15'ê Sibatê êrîşeke îmhayê bû, xwestin îdam bikin. Ji ber wê Rêber Apo ji Kenyayê revandin, bê qanûnî û bê exlaqî radestî Tirkiyeyê kirin. Bi têkoşînê ev hate pûçkirin. Di nava sîstema êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê de xwestin Rêber Apo birizînin, bikin ku nikaribe bifikire, nikaribe biafirîne, bikin ku dûrî hêza siyasî bixin. Di nava 26 salan de li dijî komployê têkoşîna herî mezin a dîrokê hate meşandin. Çawa ku komplo êrîşa herî giran, neheq û bê exlaq a dîroka mirovahiyê bû, têkoşîna 26 salan a li dijî komployê jî têkoşîna herî bi wate, herî azadîxwaz û demokratîk a dîrokê bû. Beriya her tiştî Rêber Apo pêşengî ji vê têkoşînê re kir. Gelê Kurd, gelên din, dostên me hemû têkoşiyan, her kes tevlî vê têkoşînê bûn. Di nava vê têkoşînê de para her kesî heye. Çi bû? Têkoşînê gelek caran komplo têk bir, kir ku bi ser nekeve. Gelek planên komployê pûç kir. Xwestin ku Rêber Apo di nava sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê de bikin ku nikaribe bifikire û biafirîne, lê belê Rêber Apo bû hêza rizgariyê ji hemû gelan û jinan. Bû Rêberekî navneteweyî. Bû Rêberê ku gerdûn herî baş fêhm kir û pênase kir. Xwestin Rêber Apo di nava sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê de bifetisînin, dengê wî bibirin, lê niha Rêber Apo li her devera cîhanê ye. Got, 'Parêznameyên min li ku bin ez li wir im' parêznameyên wî niha li çar aliyên cîhanê ye. Di destê jin, ciwan, karker, kedkaran de ye. Wê demê Rêber Apo li her derê ye, bi her kesî re ye. Sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê ji aliyê Rêber Apo ve gelek caran hate parçekirin. Ji bo vê yekê bibêjim min ev hemû careke din dubare kir; têkoşîn dide qezençkirin. Bi têkoşînê mirov bi ser dikeve. Dersa bingehîn a ku em ji pratîka têkoşîna 26 salan a li dijî komploya navneteweyî werbigirin ev e. Eger tu têbikoşe tu yê bi ser bikeve. Rêber Apo têkoşiya û bi ser ket. Gelê Kurd, hêzên azadiyê yên Kurd, gerîla li ber têkoşîna Rêber Apo li ber xwe dan, têkoşiyan û bi ser ketin. Wê demê şaş e ku mirov bibêje sîstema qirker, êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê nikare bê şikandin. Serketin ji her demê bêhtir nêzîk e. Bi têkoşîneke baş di roj, hefte û mehên pêş de bi rastî jî em dikarin pêşketina herî dîrokî û azadîparêz biafirînin. Em ji vê bawer bikin, ji xwe bawer bikin û di sala 27'an de li dijî komploya navneteweyî têkoşîna xwe li ser xeta serketinê bimeşînin komploya navneteweyî û sîstema qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê parçe bikin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

‘BERXWEDANA DI XETA FEDAYÎ DE DIDE QEZENÇKIRIN’

Kalkan balkişand li ser çalakiya fedayane ya Rojhat û Erdal û wiha got: “Bi rastî dewleta Tirk hê şoqa vê çalakiyê derbas nekiriye. Di vê çarçoveyê de dixwazim şerê ku bi pêşengiya gerîla didome bipirsim

Belê, bi rastî jî salvegera fedayiya dîrokî ye. Hîna AKP-MHP û tevahiya Tirkiyeyê şoqa çalakiya li Enqereyê derbas nekirine. Nekarîne xwe ji wê hejandinê rizgar bikin. 1’ê Cotmeha 2023’an bû çalakiya qehremaniyek mezin, bû çalakiya fedayî. Helbet ne tenê ew e. Sala beriya wê 26’ê Îlonê çalakiya hevrê Rûken û Sara ya li Mêrsînê hebû. Qehremaniya Mêrsînê û Enqereyê bûn yek. Ji bo her kes, tevahiya bindestan bû hêvî, ev hêzên faşîst, mêtînkar û qirker jî qehr kir. Şoq bûn. Di vê wateyê de bi wesîleya salvgerê divê van çalakiyan her tim rast fêm bikin, xwedî derbikevin û silav bikin. Dîsa qehremanên me bi rastî jî hebûna sermirovî ne. Ev di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de pir hat jiyîn. Lê ev çalakî di salên dawî de bûn çalakiyên diyar ku hêvî, bawerî da me û me hemûyan kişand têkoşînê. Ez xwediyên van hevrê Rojhat û Erdal, hevrê Sara û Rûken, şehîdên qehreman ên HPG û YJA Starê ku di bi fedayiyane têkoşiyan, li Zap, Avaşîn, Metîna, Xakurke û çar aliyên Kurdistanê têkoşiyan bi rêzdarî, hezkirin û mînetdarî bi bîr tînim. Her roj şehadetên me çêdibin. Ji ber ku em şerekî mezin dikin. Cîhan di rewşa şer de ye. Em jî ji bo hebûn û jiyana azad neçar in ku şerekî wiha bidomînin. Bi rengek din azadî bi hêsanî bi dest nakeve. Demokrasî bi hêsanî nayê bidestxistin. Encex bi parastina hebûna xwe, jiyana bi têkoşînê, hem jî bi têkoşîna li ser xeta fedayîyane pêkan dibe. Ev rastî ne. Ez hemû fermandar û şervanên HPG û YJA Starê ku têdikoşin, silav dikim û serkeftinên wan pîroz dikim.

Çalakiya hevrê Rojhat û Erdal beralî kir, xet ava kir. Ji her kesî re rastiyê nîşan da. Her kesî beralî rastiyê kir. Sala berî çalakiya hevrê Sara û Rûken beralî kiribû. Nexwe rastiyên fermandarî li me dikin ev in. Rastiyên ku rê nîşan didin ev in. Weke tevger, gel û tevahiya hêzên gerîla me rastiyê di vê helwesta qehremanî û çalakiyên wan ên serkeftî de dît. Berxwedaneke qehremanî ya layiqî vê jî heye. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê vê xetê didomîne. Li çar aliyên Bakurê Kurdistanê didomîne. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne. Li Zap, Avaşîn, Metîna, Xakurkê her roj çalakî tên kirin. Li Girê Cudî, Girê Amediyê, Girê Bahar, li qadên berxwedanê yên Metîna, li qadên cuda ên Xakurke her roj çalakî tên kirin. Li Heftanînê çalakî tên kirin. Berxwedana gerîla bi pêşketin û kûrbûnê dewam dike. Li hemberî vê êrîşên Tirkiyeyê dewam dikin. Hewl didin van êrîşan bi piştgiriya rêveberiya Iraqê, bi alîkariya xiyaneta PDK’ê ku ji 3’ê Tîrmehê ve zêdetir bûye, bidomînin, dagir bikin û hewl didin îlhaq bikin.”

Bi rastî jî yên ku Herêmên Parastinê yên Medyayê, qadeke berfireh a Başûrê Kurdistanê ji faşîzma AKP-MHP’ê re, faşîzma Komara Tirkiyeyê re firotin çêbûn. Rewşa şer ev e. Bi hemû dijwarî, giranî û kûrbûna xwe dewam dike. Bi taybetî li Bakurê Kurdisanê, li bakur dewam dike. Baldar bibin. Dem bi dem agahdarî û daxuyaniyên Femandariya Biryargeha Navendî çêdibin. Rojên derbasbûyî nirxandinên Hakî hebûn. Digot berxwedana gerîla li her derê ye. Di her berxwedanê de windahiyên mezin ên faşîzma AKP-MHP’ê heye, lê vedişêrin. Wan eşkere dikir. Bi rastî jî wisa ye. Li her derê şer heye, di vê pêvajoyê de ji Bagokê heta her derê Amedê, tevahiya herêma Botanê, li her derê pevçûn çêbûn. Heta Serhedê çalakî hene, pevçûn hene. Her tim di rewşa êrîşê de ne, di bin navê operasyonê de tevgera leşkerî heye. Divê ev berxwedana Bakur were dîtin. Dîsa li hemberî van êrîşên AKP-MHP’ê ya faşîst, mêtînkar û qirker, ev helwest û têkoşîna qehremanî ya gerîla jiyanê beralî dike. Divê vê wisa bibînin. Ji ber vê her curê nirxên exlaqî tune dikin, êrîşî zarokan dikin. Dibêjin ku li Tirkiyeyê hejmara zarokên winda, zêdeyî nifûsa çend dewlet û welatên girêdayî Neteweyên Yekbûyî ye. Ev zarokên winda diçin ku derê? Çi ji van dikin? Ma têne parçekirin, organên wan têne firotin? Ma weke kole bikar tînin? Di şexsê zîhniyet û pergala serweriya mêr de destdirêjî li van tê kirin? Rewş bi vî rengî ye. Fuhûş, tiryak li her derê heye. Li Colemêrgê hat eşkerekirin, çete hatine avakirin, li her derê bi vî rengî çete hene, berê jî hebûn. Ev mêtînkariya Komara Tirkiyeyê ji bo ku li Kurdistanê civakê di bin kontrolê de bigire, mintiqeyên cuda dide malbatên cuda û li wê derê dibûn çete. Nimûne em qala têkoşîna Sêwreg dikin, dema têkoşîna PKK’ê destpê kir, Celal Bucak çeteyekî wisa bû. Li Şirnexê Alîhan Tatar çeteyekî wisa bû. Ev hemû bi taybetî  ji aliyê dewletê ve hatibûn perwerde kirin. Niha çeteyên şerê taybet hene. Ev rastiyek e. Wê demê divê em şaş nemînin. Divê bi şaşmayî neyê pêşwazîkirin. Divê em çi bikin? Divê em têbikoşin. Divê rast fêm bikin ku hêza faşîzma AKP-MHP’ê, dewleta Tirkiyeyê hêzekî çawa ye, ji bo ku li dijî wê bijîn û jiyana azad û demokratîk bi dest bixin têbikoşin. Her tişt bi têkoşînê çêdibe. Binêrin, beriya 30 salan dema nekarîn têkoşîna gerîla têk bibin, ji bo ku li dijî gerîla bi ser bikevin, bi hezaran gund şewitandin, hilweşandin, tune kirin. Bi taybetî Botanê. Herêmên gundewarî ji mirovan xalî kirin, bê gund kirin. Niha jî li hemû çiya û keviran, kanza, benda, her tiştî çêdikin. Li Şirnexê bendavê çêdikin, vê carê jî wê hemû herêmên gund ên Botanê ku bûye nîştecih û dîrok bi avê bigirin. Beriya 30 salan xwestin gundan ji holê rakin, niha jî bi tunekirina xwezayê dixwazin li hemberî gerîla, azadiya Kurd encamê bigirin. Yanî vê êrîşî didin ber çavê xwe. Nexwe wê demê divê xwedî derbikevin. Divê li hemberî van têbikoşin. Zêdetir zanebûn, rêxistinbûn û têkoşîna bi rêbazên hê bibandortir û dewlementir pêwîste. Divê zêdetir wêrek bibin. Zêdetir fedakar bibin. Bi rastî jî eger ku jiyanê azad bikin, divê bibin şervanên azadiyê. Divê her qada jiyanê bikin têkoşîna azadiyê. Ev teqez pêwîst e. Ev yek her tim jî pêwîst e. Rast û xweşiya jiyanê wiha ye. Rêber Apo got eger jiyan hebe yan wê bi azadî be yan jî wê qet nebe. Jiyana azad bi tenê bi vê têkoşînê pêkan dibe.”

‘DIVÊ GELÊ BAŞÛR HELWESTA XWE RABER BIKE, DERSEKÎ DÎROKÎ BIDE’

Kalkan diyar kir ku  berxwedana qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê dijmin kilît kir û xist calê. Ji xwe digotin, me kilît kir û em xelas dikin. Me dît ku ketin bextê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û ji wir destûr girtin. Nexwe serneketîbûna xwe bi xwe jî dîtine. Qebûl nekin û bi eşkere nebêjin jî bi ser neketine. Girek ev sê sal in şer dike û nikare derbas bike. Divê gelê me yê Başûr vê rastiyê bibîne. Berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê, berxwedana tevahiya Kurdistanê ye. Berxwedana tevahiya mirovahiyê û berxwedana hebûna azad e. Yanî divê hemû mirovahî xwedî li berxwedêrên li Zap, Metîna û Xakurke derkeve. Helbet ew herî zêde Başûrê Kurdistanê diparêzin, rûmeta xwe diparêzin, azadiya xwe diparêzin, hebûna xwe diparêzin. Her kes dibêje wê Başûrê Kurdistanê biqede. Divê gelê me yê Başûrê Kurdistanê, rewşenbîr, siyasetmedar, ciwan, jin, kedkarên wan li hemberî vê bêdeng nemînin û wêrek bibin. Divê zêdetir deng derxin. Tê gotin ku wê 20’ê Cotmehê hilbjartin çêbibe. Em nizanin bê ka wê rastî jî çêbibe yan ne. Lê ev derfeteke girîng e ku hesab ji êrîşên mêtînkar û qirker bipirsin. Derfeteke ku hatiye pêşiya her kesî. Divê nebêjin, ma ez dikarim çi bikim? Tîştek ji destê min nayê. Divê ji vê êrîşên dagirkerî, îlhaq û mêtînkar re bibêjin bes e. Ji desthilatdara ku derî ji vê re vedike re bibêjin raweste. Derfet di destê wan de ye. Raberkirina helwesta zelal e. A rast eşkerekirina îrade ye. Wê demê diyar bibe ku aligirê çi ne. Divê welatparêziya Başûrê Kurdistanê vê helwestê raber bike. Civaka Başûrê Kurdistanê di dîrokê de çawa li hemberî êrîşên faşîzma Saddam têkoşiya, niha jî divê raber bike ku li hemberî êrîşkariya faşîst a AKP-MHP’ê û yên ku hevkariya wî dikin, xwedî helwestek çawa ye; divê nîşan bide ku alîgirê azadî, hebûn û îradeya Kurd e. Divê karibe îradeyeke wiha raber bike. Bi rastî jî di vê aliyê de pêvajoyeke pir girîng ê dîrokî ye. Em ji rojên wiha derbas dibin. Derfetekî dîrokî çêbûye.

Em di wê baweriyê de ne ku gelê me yê Başûrê Kurdistanê wê di 20’ê Cotmehê de dersekî dîrokî bide hem hêzên dagirker, îlhaq û êrîşkar, hem jî yên hevkarî û nokeriya wan dikin.