Hizbullah baregeha Wezareta Parastinê ya Îsraîlê hedef girt

Hizbullah ragihand ku baregeha Kirya ya li bajarê Til Avîvê ku tê de navenda Wezareta Şer, Desteya Serfermandariya Giştî ya Îsraîlê, Odeya Birêvebirina Şer, Desteya Çavdêrî û Kontrolkirina Şer a Çeka Asîmanî hene, hedef girt.

Hizbullah baregeha Wezareta Parastinê ya Îsraîlê hedef girt
13 mijdar, 2024   19:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullaha Lubnanê ragihand ku baregeha Kirya ya li bajarê Til Avîvê bi balafirên bêmirov bombebaran kir.

Hizbullah di daxuyaniya xwe de got, "Ji bo piştgiriya gelê me yê Filistînê yê berxwedêr ê li Xezayê û ji bo destekdayîna berxwedana wî ya leheng û rûmet û parastina Lubnan û gelê wê, Muqaweme Îslamiyê saet di 03:30ˋan piştî danê nîvro ya îro de bi balafirên bêmirov baregeha Kirya bombebaran kir.

Girêdayî heman mijarê, li başûrê Lubnanê di teqîna avahiyeke bombebarkirî û hilweşîna wê bi ser leşkerên Îsraîlê de 7 leşker hatin kuştin.  

Her wiha artêşa Îsraîlê jî diyar kir ku di şer û pevçûnên 24 saetên borî li herêmeke başûrê Lubnanê de 3 leşkerên wê birîndar bûn.