Şehîdên Komkujiya Sînemaya Amûdê hatin bibîranîn

Şêniyên bajarên Amûdê û Helebê şehîdên Komkujiya ˋSînemaya Amûdêˋ bi bîr anîn û diyar kir ku ew komkujiyeke biêş bû û armanca wê qirkirina Kurdan bû.

13 mijdar, 2024   17:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Wekî roja îro di sala 1960’î de li sînemaya bajarê Amûdê şewatek çêbû û komkujiyek pêk hat, di encamê de 280 zarok ku piraniya wan Kurd bûn, bûn qurban. Li tevî gelek sal di ser komkujiyê re derbas bûn, lê hîna hûrgiliyên komkujiyê di mejiyên kesên jiyaye de ne û bi dehan rewşenbîran pirtûk û helbest li ser komkujiyê nivîsandin.

Girêdayî wê, Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Amûdê bi çalakiyeke hunerî li cihê sînemayê şehîdên komkujiyê bi bîr anîn. Tê de endamên saziyên Rêveberiya Xweser, Desteya Çand û Hunerê, endamên Komîna Fîlm a Rojava û endamên Tevgera Hîlala Zêrîn û Mezopotamta beşdar bûn.

Di serî de endamê Komîna Fîlm a Rojava daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di gelek civakan de zarok tên hedefgirtin, ji ber ku ew pêşeroja civakê ne. Zarokên Amûdê bi bûyera şewata sînemayê ya ku wê demê leşkeran bi zanabûn derî bi ser wan de girtin, hatin hedefgirtin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zêdetirî 280 zarok di wê komkujiyê de bûn qurban û piştî 64 salan ji pêkhatina vê bûyerê hîn jî sûcdar nehatine cezakirin.

Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn Menal Çûlî diyar kir ku armanc ji wê komkujiyê qirkirina Kurdan bû.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran Arşek Baravî û Beşîr Mela Newaf helbestên li ser komkujiyê xwendin.

Di dawiyê de hunermend Elî Mensûr stran li ser komkujiyê pêşkêş kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Yekitiya Şaredariyan xebatên avakirina Mala Sînemayê li cihê komkujiyê didomîne.

HELEB

Di heman çarçoveyê de Komîteya Perwerde û Fêrkirina Civaka Demokratîk a bajarê Helebê bi daxuyaniyekê li pêşiya dibistana Cûdî Amanos a taxa Eşrefiyê ya Helebê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bal li ser komkujiyê û armancên wê hat kişandin û paşguhkirina cezakirina sûcdarên wê hat şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di wê demê de desthilatên Yekitiya Sûriye û Misrê û ne hikumetên Sûriyeyê yên heta niha, tu lêpirsîn nekirin û tu helwest jî nîşan nedan.

Di dawiyê de beşdaran diruşma ˋşehîd namirinˋ berz kirin.

(mh/fr)

 ANHA