Hisên Osman: Gelê herêmê bi hevgirtin û xweparastinê li ber xwe dide

Hisên Osman destnîşan kir ku berxwedana gelê herêmê bi hevgirtin û xurtkirina hişmendiya xweparastinê ve girêdayî ye û banga bilindkirina têkoşînê kir.

Hisên Osman: Gelê herêmê bi hevgirtin û xweparastinê li ber xwe dide
16 mijdar, 2024   04:10
REQA
ENES MIHEMED

Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ya sala 2011`an ve gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember êrişan yekitiya xwe bi hêz kir û li gorî regezên neteweya demokratîk hişmendiya xweparastinê bi pêş xist û saziyên xwe ava kirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman ji ajansa me re axivî û diyar kir ku herêm rastî gelek êrişên komên çete û artêşa Tirk a dagirker hatiye û ev êriş heta roja îro dewam dikin. Osman got: “Tevî gef û êrişan jî pêkhateyên herêmê ew têk birin û li ser esasê felsefeya neteweya demokratîk projeya xwe ava kir.”

Osman tekez kir ku hevgirtina civaka herêmê bi hemû pêkhate, sazî û rêveberiyên wê ve û pejirandina hişmendiya xweparastinê, bûye sedema xweragirtin û berxwedana li hember êrişan.

Têkildarî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser herêmê Hisên Osman da zanîn ku ev êriş binesaziya herêmên Rêveberiya Xweser dikin hedef û li gorî zagonên navneteweyî wek sûcên şer tên dîtin. Osman diyar kir helwesta navneteweyî ya li hemberî van êrişan qels e.

Osman ev li gotinên xwe zêde kirin: “Her tim êriş li ser me hene çi siyasî, çi aborî, çi leşkerî, lê ya herî girîng ew e ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya netewa demokratîk weke tîrêja hêviyê dibînin ji bo aramiya Sûriyeyê bi giştî, ku tê de hemû pêkhate bihev re jiyaneke aştiyane berdewam bikin. Hevgirtina pêkhateyan hêzeke ji bo vê rêveberiyê, bêyî vîndariya van pêkhateyan, Rêveberiya Xweser nedikarî berdewam bike.”

Osman diyar kir ku ew ji bo avakirina herêmê her tim banga aramî û hevgirtinê dikin û wiha dewam kir: "Em wek rêveberî bi hemû hêza xwe piştgiriya hemû beşên jiyanê dikin, bi taybet sektorên girîng ên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine hilweşandin. Em hewl didin xizmetên bingehîn pêşkêş bikin.”

Osman got ew ê bi hemû hêza xwe ji bo piştevaniya pêkhateyên xwe û gelê xwe kar bikin.

Hisên Osman di dawiya axaftina xwe de banga xurtkirina têkoşîn, hevgirtin û hevbendiyê kir.

(k)

ANHA