Şêniyên Girkê Legê: Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna me berdewam e

Şêniyên bajarê Girkê Legê diyar kir ku hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re têrê nake û daxwaza xwe ya ji bo azadiya wî ya fîzîkî anî ser ziman.

Şêniyên Girkê Legê: Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna me berdewam e
16 mijdar, 2024   03:10
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan pergala îşkence û qirkirinê didomîne. Kiryarên dewleta Tirk bo sedema nerazîbûna derdorên civakî û siyasî yên li herêmê, bi taybetî piştî ku dewleta Tirk ji nû ve "cezayên dîsîplînê" li Rêber Abdullah Ocalan birîn.

Der barê mijarê de şêniyên bajarê Girkê Legê ji ajansa me re axivîn û banga domandina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Mihemed Zekî Mistefa yê ji gundê Kortepan ê girêdayî Girkê Legê der barê mijarê got ku dewleta Tirk a dagirker aştiyê û demokrasiyê naxwaze, lew ra  cezayên dîsîplînê li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike.

Mihemed Zekî banga berdewamkirina têkoşînê kir û wiha got: "Kiryarên dewleta Tirk wê me ji têkoşîna me dûr nexin, heta ku em maf û daxwazên xwe bi dest bixin em ê têkoşîna xwe bidomînin û azadiya fîzîkî ya rêber pêk bînin."

Cemîla Temê ku ji bajarê Girkê Legê ye diyar kir ku hevdîtina biraziyê Rêber Abdullah Ocalan bi wî re têrê nake û wiha dewam kir: "Hevdîtin têra daxwazên me yên têkbirina pergala Îşkence û qirkirina li ser Rêber Abdullah Ocalan nake. "

Cemîla Temê destnîşan kir ku rayedarên Tirk fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan napejirînin "Dewleta Tirk di esasê xwe de aştî û demokrasiyê napejirîne."

Ebdulrezaq El Salim der barê planên dewleta Tirk de axivî û got: "Dewleta Tirk bi planên xwe yên xerab û ferzkirina pergala îşkence û qirkirinê, hewil dide fikra Rêber Abdullah Ocalan tune bike".

Ebdulrezaq El Salim bal kişand ser vê yekê: "Rejîma faşîst ji fikra Rêber Abdullah Ocalan ditirse, ji ber ku ev fikir cihê ku digihêje dike navendeke têkoşîn û parastina mafa li dijî rejîmên zordar.”

(k)

ANHA