Kongra Star a Lubnanê li dijî şîdetê û zayendperestiyê banga yekitiyê kir

Di çarçoveya civînên ku Kongra Star a Lubnanê li dar dixe de, bang li jinên cîhanê hate kirin ku ji bo bidawîkirina şîdetê û zayendperestiyê hewldanên xwe bikin yek.

Kongra Star a Lubnanê li dijî şîdetê û zayendperestiyê banga yekitiyê kir
Kongra Star a Lubnanê li dijî şîdetê û zayendperestiyê banga yekitiyê kir
15 mijdar, 2024   21:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya civînên bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan a Navneteweyî de, Kongra Star a Lubnanê civînek li dar xist. Di civînê de şîdeta li ser jinan, adetên berê yên li dijî nirxên azadiya jinan û rewşa jinan li herêmên şer, hatin pênasekirin û şîrovekirin.

Di civînan de balhate kişandin ser rola Rêber Abdullah Ocalan di pêşxistina têkoşîna jinan de û amarên şîdeta li ser jinan ên li ser asta cîhanê hatin şîrovekirin. Her wiha bang li tevahî jinên cîhanê hate kirin ku ji bo xwe ji şîdetê û zayendperestiyê biparêzin, hewldanên xwe bikin yek.

(mh/şx)