Hinarên Sûsê

Bajarê Sûsê yê kantona Dêrazorê bi baxçeyên hinaran tê naskirin ku jêdera debara şêniyan in û hêmaneke sereke ya nasnameya bajêr a çandinî û civakî ne.

Hinarên Sûsê
Hinarên Sûsê
Hinarên Sûsê
Hinarên Sûsê
Hinarên Sûsê
Hinarên Sûsê
24 îlon, 2024   06:40
DÊRAZOR
FATME EL EBID

Beravên çemê Firatê yên bajarê Sûsê yê li rojhilatê kantona Dêrazorê ku ji gelek bajarokan pêk tê, bi çandiniya cureyên gelek daran tê naskirin. Dara herî navdar jî dara hinarê ye.

Bajarê Sûsê navê xwe ji dara sûs a ku li beravên çemê Firatê bi awayekî zêde şîn dibe, girtiye ku berê jêdera qûta şêniyan bû.

Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hinar herî zêde li bajarê Sûsê hene. Sûsê bi hinarên xwe tê naskirin.

Ji bo şêniyên bajêr, hinar mîraseke çandinî û aborî ye. Li gorî Gerînendetiya Çandiniyê ya bajarê Sûsê, li bajêr 2 milyon û 640 darên hinaran hene.

Her donimeke baxçeyên hinaran 2 heta 4 tonan hinaran hildiberîne. Salane hilberîna hinaran digihêje 100 hezar tonî.

Li gorî cotkarên hinaran, piştî ku DAIŞ`ê bajar dagir kir, hilberîn kêm bû. Li bajêr bi deh hezaran dar hişk bûn. Lê piştî rizgarkirina bajêr ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve, mewsima wê geş bû.

Hinar dawiya Îlonê û heta Mijdarê tê berhevkirin. Hinarê Sûsê bi cêja xwe tê naskirin. Li gorî avhewayê û bi mehan re geh şîrîn e geh tirş dibe.

Helbet li ku derê hinar hebe, dimis û şîrikê hinaran jî tê çêkirin. Şêniyên bajêr di hinaran de rêgeza xwe têrkirinê peyda dikin.

Berhema zêde jî, dişînin bajarên din ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bajarên din ên Sûriyeyê.

‘ÇANDINA HINARAN PARÇEYEKÎ NASNAMEYA ABORÎ Û CIVAKÎ YA HERÊMÊ YE’

Cotkarê bi navê Elî Selûm ku xwediyê baxçeyekî hinaran e, got: "Ji bo me, hinar beşeke nasnameya aborî û civakî ya herêmê ye. Rast e zehmetî gelek in lê hewldanên pêşxistina baxçeyên hinaran, rêbazên çandiniyê û firotina wê berdewam in û dê mîna berê vegere jêdera bingehîn a quta şêniyan û derfetên kar ji şêniyan re peyda bike. "

Selûm wiha domand: "Piştgiriya vê çandiniyê û girîngiya wê, dê di domdariya aborî û civakî de rol bilîze. "

PEYDAKIRIN DERFETÊN KAR

Selûm bal kişand ser girîngiya aborî ya çandina hinaran û got: "Di mewsima hinaran de derfetên kar ji bi sedan şêniyan re peyda dibin. Ji bo berhevkirin û barkirina hinaran karker pêwîst in. Her wiha ji bo veguhastina hinaran jî erebeyên veguhastinê û kamyon gerek in. "

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bkaur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya komîteyên xwe ji 2020`an ve, "Mîhrîcana Hinaran" li bajarê Sûse li dar dixe. Bi rêya wan mîhrîcanan rêveberî dixwaze balê bikişîne ser girîngiya hilberandina xwecih û coktaran xelat dike.

Bi nêzîkbûna mewsima çinîna hinaran re, cotkaran dest bi amadekariyên lidarxistina mîhrîcana hinaran a 4`emîn dikin ku dê meha bê be.

(şx)

ANHA