‘Hilbijartinên parlamentoyê li Sûriyeyê nabin platforma rastîn a biryardayînê’

Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê Kewser Doko gavên hikumeta veguhêz ên ji bo lidarxistina proseya hilbijartinê ya parlamentoyê avêtine rexne kirin û got ev hilbijartin platformeke rastîn a biryardayînê ava nakin.

‘Hilbijartinên parlamentoyê li Sûriyeyê nabin platforma rastîn a biryardayînê’
16 tebax, 2025   03:35
REQA
MIZGÎN ELÎ

Li gorî daxuyaniya fermî ya hikumeta veguhêz, dê di navbera 15-20ˊê Îlonê de hilbijartinên parlamentoyê bên lidarxistin. Parlamento ji 210 kursiyan pêk tê, 140 kursî ji wan bi rêya desteyên hilbijartinên xwecih ên ku bi biryara serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şeri hatine diyarkirin, tên hilbijartin. 70 kursiyên din jî yekser ji hêla Ehmed El Şeri ve tên tayînkirin.

Der barê hilbijartinên parlamentoyê de, Partiya Sûriya Pêşerojê gumanên xwe nîşan dan û destnîşan kir ku komîteya ku serokatiya hikumeta veguhêz ava kiriye û jê komîteyên şaxî yên li parêzgehan derketine temsîla rast a gel a herêman û partiyan nake. Ew jî dihêle ev hilbijartin nerewa û nefermî bin.

Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê Kewser Doko amaje bi lawazbûna temsîla di "kongreya nîştimanî" de kir û got tevahî mezheb û pêkhateyên gelê Sûriyeyê beşdar nebûn û temsîl nekir. Kewserê bal kişand ser "Danezana Destûrî" ku tevahî pêkhate, mezheb û partiyên Sûriyeyê venehewandin.

Kewser diyar kir ku pêwîstî bi berçavgirtina pirrengiya çandî, iraqî û olî li Sûriyeyê heye û got: "Rola partiyan di van hilbijartinan de paşguhkirî ye. Bi wê re ev hilbijartin ne rastî ne yan jî temsîla tevahî sûriyeyiyan nake. Em bawer in ku divê hilbijartin ragihandî û fermî bin. Lê tiştê niha li Sûriyeyê diqewime vê yekê nîşan nade.”

Têkildarî hilbijartinên di serdema rejîma berê de jî Kewser aşkera kir ku ew hilbijartin jî şeklî bûn û vîna gelê nîşan nedidan û diyar kir: “Hilbijartinên bê jî ji yên di serdema rejîma berê de ne dûr in û platformeke rast ji bo biryardayînê ava nakin.”

Kewserê got divê tevahî pêkhateyên civaka Sûriyeyê, mezheb, partiyên siyasî di proseya hilbijartinan de beşdar bibin, da ku şefafiyeta hilbijartinan misoger bibe û pirrengiya rast a Sûriyeya nû nîşan bide.

Ruxmî ragihanda li ser zêdebûna hejmara kursiyan ji 150 heta 210 kursiyan û destnîşankirina rêjeya temsîlkirina jinan di desteyên hilbijartinê de, lê hîna pêdiviya proseya hilbijartinê bi yasayeke hilbijartinê ya mayînde heye. Da ku mekanîzmayên namzetbûnê, dengdan û çavdêriyê destnîşan bike.

Belavkirina kursiyan li gorî serjimariya 2011ˊan, li gel guhertina nexşeya demografiyê ya ji ber şer, koçberî û penaberiyê, bi xwe pirsgirêkên mezin tîne.

(fr)

ANHA